'Hilbijartin wê paşeroja Bakurê Sûriyeyê diyar bike'
Rûken Mella Îbrahîm bal kişand ser bandora hilbijartina giştî li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev hilbijartin wê jiyana komunal û demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar bike."
Rûken Mella Îbrahîm bal kişand ser bandora hilbijartina giştî li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev hilbijartin wê jiyana komunal û demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar bike."
Bakurê Sûriyeyê xwe ji bo hilbijatina Encûmenên kanton, bajar û navçeyan amade dike, ku wê 1'ê Kanûna 2017'an bê kirin.
Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Cizîrê Rûken Mella Îbrahîm li ser hilbijartinên giştî yên li Bakurê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî. Îbrahîm bal kişand ser bandora hilbijartina giştî li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê û got, "Ev hilbijartin wê jiyana komunal û demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diyar bike."
Rûken Mella Îbrahîm bi bîr xist, ku hilbijartinê komunan 22'ê Îlonê pêk hat û got, "Hilbijartina komunan beşek ji van hilbijartinan bû. Hilbijartina ku di 1'ê Kanûna 2017'an de bê kirin wê ji bo tevahiya Rojava û Bakurê Sûriyeyê be."
Îbrahîm anî ziman, ku piştî pêkanîna vê hilbijartina Encûmena Xwecihî ya bajar, navçe û kantonan, wê amadekariyên ji bo hilbijartina Kongreya Gel a Federasyona Bakurê Sûriyeyê dest pê bikin.
Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinê ya Herêma Cizîrê Rûken Mella Îbrahîm diyar kir, ku amadkariyên wan ên ji bo hilbijartinê bi rengekî serketî didomin û got, "Kesên dixwazin bibin namzet, ji 17'ê Mijdarê heta 31'ê Mijdarê divê serlêdanê bikin."
Îbrahîm bal kişand ser eleqeya gel a ji bo hilbijartinê û destnîşan kir, ku li gorî hilbijartina komunan gel hê bi baldarî nêzî hilbijartina encûmena xwecihî dibe.
RÊ Û RÊBAZÊN HILBIJARTINA ENCÛMENAN
Îbrahîm li ser encûmenên kanton, bajar û navçeyan jî agahî da ku hilbijartinê wê bê kirin û got, "Encûmena bajaran ji 38 kursiyan pêk tê. Encûmena navçeyan ji 42 kûrsiyan pêk tê û encûmana kanton ji 62 kûrsiyan pêk tê. Li ser vê bingehî em ê van hilbijartinan pêk bînin. Wê ev hilbijartin li gorî hevpeymana civakî ya ku ji %100 wê ji %60 pêk were. Ji vê %100 ji %40 jî hatiye belavkirin. Li gorî gelê li herêma Cizîrê dijî, me wek komîsyona bilind a hilbijartinê amedekariyên xwe li ser vê bingehê dane meşandin.
Navendên hilbijartinan yên li bajarok û gundan bi hev ve girêdayîne. Wê li van cihan sê sindoq werin danîn. Lê belê li navendên li navçe û bajaran tenê wê du sindoq bên danîn. Ji bo ku hilbijartin bi awayekî hêsan bimeşe, me ji bo gel zerf û pisûlayên dengan ên reng bi reng amedekirin. Ev yek wê li ser sindoqan jî bê diyar kirin. Wê jimartina dengan li navendên ku deng lê bê dayin pêk were. Lê belê wê komkirina dengan li cihê ku deng lê hatin dayin yanî bajarok, gund û navçeyan wê bibin wir ku bi hevre bên jimartin û piştre wê kesên ku di hilbijartinan de biserketine navên wan ji aliyê komîsyona hilbijartinê ve werin diyarkirin."