Hêzên YPG/YPJ'ê li Racoyê li dagirkeran xistin

Şervanên YPG û YPJ'ê li Racoyê li hêzên dagirker xistin. Bomberdûmana li ser Cindirêsê û meydankê dewam dike.

Şervanên YPG/YPJ'ê li herêma navbera gundên Elî Biskê û Edema yên navçeya Raco ya Efrînê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.

Li ser encama çalakiyê agahiyeke zelal bi dest neket. Lê belê tê gotin ku wê dîmenên çalakiyê bên weşandin.

Wekî din bomberdûmana li derdora gundên Cema û Meydankê dewam dikin. Balafirên keşfê jî li ser herêmê digerin.

Topbarana li ser navenda Cindirêsê ya Efrînê didome.