Hêzên Erka Xweparastinê Nasnameya şehîdekî eşkere kir
Hêzên Erka Xweparastinê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku şervanekî wan di encama teqîneke bi wesayita wî de şehîd bûye.
Hêzên Erka Xweparastinê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê diyar kir ku şervanekî wan di encama teqîneke bi wesayita wî de şehîd bûye.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê nasnameya şervanekî Yekîneya Disîplîna Leşkerî ku dema erka xwe pêk dianî li Çiyayê Kizwanan şehîd bû, ragîhand.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Erka Xweparastinê ya Federasyona Bakûrê Sûriyeyê Xweparastinê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî Yekîneyên Displîna Leşkerî ku dema li Çiyayê Kizwanan erka xwe pêk tanî, mayîn bi wesayita wî de teqiya û di encamê de şehîd bû, eşkere kir.
Nasnameya şehîd wiha ye:
Nav û paşnav: Ehmed EL-Hac
Navê dayîkê: Fida
Navê bav: Xelef
Cih û dîroka ji dayîk bûnê: Hesekê 1973
Cih û dîroka şahadetê: Çiyayê Kizwanan 15-8-2017
