Dema ku li Îdlîb, Gûtayê êrîş hatin kirin û li cihên wekî Dêrazor û gelek deverên din ên Sûriyeyê DAÎŞ’ê êrîş da destpêkirin, ev êrîş dibin nîşana vî tiştî ku li Sûriyeyê bendewariya çareseriya siyasî ji holê radibe. Piştî êrîşên li ser Efrînê, DAÎŞ dixwaze xwe dîsa birêxistin bike û êrîşên xwe zêdetir dike.
Rayedarên koalîsyona li dijî DAÎŞ’ê ya navneteweyî jî di rojên dawîn de, bi daxuyaniyên xwe balê dibin ser vî tiştî. Piştî şerê li ser Efrînê QSD, YPG û YPJ rewşê ji nû ve dinirxînin û moral û motîvasyona xwe li gorî Efrînê diyar dikin. Ev jî li qadê rewşeke nû ava dike.
Li Dêrazor û li rex Çemê Firatê têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome. Bêdengiya koalîsyona navneteweyî ya li hemberî êrîşên li ser Efrînê, ji aliyê YPG, YPJ û QSD’ê tên nirxandin.
Di pêvajoyeke wisa de tevî şervanên YPG’ê ez berê xwe didim Şedadê û Dêrazorê ya ku demeke dirêj di destê DAÎŞ’ê de bû. Endamên YPG’ê diyar dikin ku piştî şerê li ser Efrînê DAÎŞ’ê êrîşên xwe li Hesekê, Şedadê û Dêrazorê zêdetir kiriye. Endamên YPG’ê balê dibin ser vî tiştî ku piştî rizgarkirina Reqayê şertên çareseriya siyasî ava bûbû lê Rûsya û Tirkiyeyê bi pêngavên xwe dîsa pêvajoyeke şer dane destpêkirin.
Dema em digihêjin Dêrazorê her kes pêşveçûnên li Efrînê dipirse. Fermandar û şervanên Ereb û Kurd ên li Dêrazorê diyar dikin ku ew dixwazin biçin Efrînê şer bikin. Ez bi Fermandarekî QSD’ê Dilsoz Ronî re li ser vê meseleyê diaxivim. Ronî dibêje ku, “Em li vê derê hewl didin çeteyên DAÎŞ’ê têk bibin lê Rûsya û Tirkiye berê çeteyên DAÎŞ’ê dide ser axa me û li Efrînê qetlîaman dikin. Ji ber vê jî morala me li gorî Efrînê ye.”
Ronî bang li dewletan dike yên ku di nav koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê ye û dibêje , “Heke ev bêdengiya wan bidome ew ê çeteyên DAÎŞ û El Nusrayê ne bi tenê li Rojava û Sûriyeyê, ew ê li Ewrûpa û Amerîkayê jî dest bi êrîşên xwe yên hovane bikin. Divê tu kes bêdeng nemîne.”