Gundiyên Semra yê Reqayê li cih û warên xwe vedigerin
Şervanên QSD'ê, piştî ku Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin. Şêniyên ku gundên wan hatine paqijkirin vedigerin cih û warên xwe.
Şervanên QSD'ê, piştî ku Reqa ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin, dest bi paqijkirina herêmê ji bermahiyên çeteyan kirin. Şêniyên ku gundên wan hatine paqijkirin vedigerin cih û warên xwe.
Yek ji van gundan jî, gundê Semra yê Reqayê ye. Piştî ku şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gund paqij kirin, gundiyan dest bi vegerê kirin.
Gundê Semra bi 4 kîlometreyan dûrî navenda Reqayê ye û piştî ku tîmên taybet ên QSD'ê mayinên li nava gund rakirin, gel dest bi vegerê kir.
Gundiyan spasiya şervanên QSD'ê kirin û gotin, ku ew kêfxweş in ji ber ku dikarin bi rehetî tevbigerin.
QSD'ê beriya niha dabû xuyakirin, ku piştî bajar ji bermahiyên çeteyan hate paqijkirin wê gel vegere malên xwe.