Gabrîel: Mîna Reqayê, em ê Dêra Zorê jî ji DAIŞ'ê paqij bikin

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan Kîno Gabrîel got, "Mîna Reqayê, em ê Dêra Zorê jî sedî sed ji DAIŞ'ê paqij bikin. Em ê jinên Suryanî û Êzidî yên dîl hatine girtin rizgar bikin."

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel diyar kir, ku li gorî îstîxbarata giştîye ber destê wan jinên Suryanî yên salek berê li Nînovayê ji aliYê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin û jinên Êzidî yên li Şengalê dîl hatin girtin, niha li Dêra Zorê ne û got, "Armanca me ya destpêkê rizgarkıirina jinên Suryanî û Êzidî ne ku di destê DAIŞ'ê de ne. Ne tenê ew, bêguman em ê hemû êsîrên di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin."

Gabrîel bi bîr xist, ku di navbera Amerîka û Rûsyayê de li ser têkoşîna dijî DAIŞ'ê tifaqek heye û got, "Lê mixabin rejîm û welatên mîna Tirkiyeyê li gorî vê tifaqê, yanî li gorî armanca qedandina DAIŞ'ê nameşin. Rejîmê çend caran li Dêra Zorê li QSD'ê da. Me şehîd jî dan. Rejîmê bi rêya van êrîşan xwest provokasyonê bike û bike ku em li dijî wan şer bikin. Lê belê em neketin vî şerî û em ji armanca xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê venegeriyan."

Yek ji pêkhateyên bingehîn ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), ku Pêngava Bagera Cizîrê bi rê ve dibe, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ye.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Kîno Gabrîel, ji ajansa me re qala girîngiya Pêngava Bawera Cizîrê kir.

'EM DIXWAZIN GELÊN SÛRIYEYÊ JI ZILMÊ RIZGAR BIKIN'

Gabrîel destnîşan kir, ku Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ku beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk e, rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji zilma DAIŞ'ê û hêzên mîna wê, weke armanca sereke daniye pêşiya xwe û got, "Armanca Meclîsa Leşkerî ya Suryanî ew e, ku li kîjan herêma Sûriyeyê zilm li gelê Suryanî bê kirin, biçin wê derê, wan biparêzin û rizgar bikin. Ne tenê Suryanî, em ji bo hemû gelên Sûriyeyê heman tiştî dikin. Em tevlî hemû pêngavên li Rojava û Sûriyeyê bûn. Li ku derê pêngaveke hebe, em amade ne biçin wê derê.

Em tevlî şerê li Qamişloyê bûn. Em çûn Şengalê. Di pêngavên rizgarkirina Hesekê û Xabûrê de, di pêngavên Şedaddê, Minbic û Reqayê de em amade bûn. Niha jî em li ser heman rê ne û ji bo parstina gelên Dêra Zorê beşdarî Pêngava Bager Cizîrê bûn."

'EM Ê JINÊN SURYANÎ Û ÊZIDÎ YÊN ANÎNE DÊRA ZORÊ RIZGAR BIKIN'

Kîno Gabrîel anî ziman ku weke Meclîsa Leşkerî ya Suryanî armanceke wan a din ya bingehîn heye û wiha dewam kir: "Li gorî îstîxbarata ku gihaştiye ber destê me, jinên Suryanî yên salek berê li Nînova ya Iraqê ji aliyê DAIŞ'ê ve dîl hatin girtin, niha li Dêra Zorê ne. Wekî din jinên Êzidî yên dîl hatin girtin anîne Dêra Zorê. Armanca me ya destpêkê rizgarkirina jinên Suryanî û Êzidî ye. Ne tenê ew, em ê hemû êsîrên di destê DAIŞ'ê de ne rizgar bikin.

Niha rejîm ji aliyekî ve, QSD jî ji aliyê din ve bi pêş ve diçin. Hedefa me DAIŞ e. Li Dêra Zorê em naxwazin li hemberî rejîmê yan jî hêzeke din şer bikin. Di mijara rizgarkirina êsîrên li Dêra Zorê, divê armanca me û rejîmê yek be û divê mijarê de em li hev bikin."

'REJÎM BI RÊYA PROVOKASYONÊ DIXWAZE ME TEVLÎ ŞER BIKE'

Kîno Gabrîel bi bîr xist, ku du dewletên mezin ên cîhanê Amerîka û Rûsyayê di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de li hev kirine, tifaq çêkirin û got, "Di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de Amerîka piştgiriyê dide me, yan jî dide hêzên QSD'ê. Rûsya jî piştgiriyê dide rejîmê. Em tiştekî ku karibe vê tifaqê xera bike nakin. Ji bilî DAIŞ'ê em li kesî nadin. Yek armanca me heye, ew jî qedandina DAIŞ'ê ye. Em li gorî vê dimeşin. Lê mixabin rejîm û hin welatên mîna Tirkiyeyê li gorî vê tifaqê yanî li gorî armanca qedandina DAIŞ'ê nameşin. Rejîmê çend caran li Dêra Zorê li QSD'ê da. Me şehîd jî dan. Rejîmê bi rêya van êrîşan xwest provokasyonê bike û bike ku em li dijî wan şer bikin. Lê belê em neketin vî şerî û em ji armanca xwe ya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê venegeriyan."

'HINDIK MAYE KU DÊRA ZOR BI TEMAMÎ WERE PAQIJKIRIN'

Kino Gabrîel got di Bagera Cizîrê de serketineke mezin bi dest ve anîne û wiha dewam kir: "Em bawer dikin ku me çawa Reqayê bi temamî ji DAIŞ’ê paqij kir em ê wiha Dêra Zorê jî ji çeteyên DAIŞ'ê paqij bikin. Ji ber ku  me beşek girîng a Dêra Zorê bi şehîdên xwe, bi xwîna lehengên xwe me azad kir û zêde nemaye. Em ê deverên mayî yên Dêra Zorê jî paqij bikin.

Bi vê pêngavê armanca me ya leşkerî û siyasî ew e ku em bi gelên xwe re vê jiyana ku li Bakurê Sûriyeyê danîne û diparêzin mîsoger bikin. Me li Rojava 2014’an û beriya wê, me bi gelan re biryar da ku bi hev re biparêzin û jiyanê bi hev re ava bikin. Me ev kir û her ku çû me qadên Bakurê Sûriyê jî bi hev re ji DAIŞ’ê pak kir.  Em di rêyekê de ku azadî û mafên gelên Sûriyê mîsoger bikin. Em dixwazin ji hemû Sûriyê re bibin mînak."

'EM BI PARASTIN Û JIYANA XWE YA HEVPAR JI HEMÛ SÛRIYEYÊ RE MODEL IN'

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Sûryaniyan Kino Gabrîel wiha got: "Gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn destpêkê hemû bi hev re rabûne şoreşê. Lê piştre li ser dîn û mezhep gel anîn pêşberî hev û bi hev dane şerkirin.

Şoreşa me mezin bû lê piştre ji ber van sedeman hate şikandin. Ne tenê li Sûriyeyê li welatên dî jî, li dewleta Bihara Ereb jî wiha bû. Li Tûnis, niha li Yemenê jî wiha bû. Cihadîst derketin meydanê û şoreş xira kirin. Lê li Rojava me wiha nekir. Me hemû gelan dest da hev û em meşiyan. Li Rojava gel neketin qirika hev û bi hev re Rojava parastin, jiyan û rêveberiya hevpar ava kirin û ev bi demê re li Bakurê Suriyê jî berbelav kirin.

Serketina me ya leşkerî û siyasî ya li Bakurê Sûriyeyê divê ji gelên Sûriyê û Rojhilata Navîn re bibe mînak û divê ew jî şoreşa xwe bi ser bixin. Em dixwazin ku tevahiya Bakurê Sûriyeyê azad bikin û federasyona demokratîk li hemû Sûriyê berbelav bibe û bike ku gemû gelên Sûriyeyê bi hev re bijîn."