Ehmed: Divê rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî gavê biavêje

Hevseroka MSD'ê Îlham Ehmed got, rejîma Sûriyeyê ji bo çareseriya siyasî divê gavê biavêje. Ehmed hişyarî da, ku eger vê neke wê encameke neyînî ji bo rejîmê derkeve holê û ji hêzên herêmî, bi taybetî Tirkiyeyê xwest, ji nava axa Sûriyeyê derkevin.

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed diyar kir, ku dewleta Tirk bajarên Cerablûs, Ezaz û Bab ên li Bakurê Sûriyeyê dagir kiriye.

Ehmed ji ANHA re axivî û got, "Hin herêmên eyaleta Îdlibê jî dagir kiriye û xwe nêzî herêma Efrînê kiriye. Di organên çapemeniyê de hate ragihandin, ku dewleta Tirk li Îdlibê bi çeteyên Heyet Tehrîr El Şam (Cephet El Nûsra) re li hev kiriye û bi vî rengî herêm dagir kiriye."

Ehmed destnîşan kir, ku dewletên herêmê yên rola wan di rewşa heyî ya Sûriyeyê de heye divê dawî li vî karê xwe bînin û xwe ji axa Sûriyeyê vekişînin. Îlham Ehmed got, "Bi taybetî dewleta Tirk, ku dijminatiyê li gelê Sûriyeyê dike û dixwaze li Sûriyeyê polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê bimeşîne, divê xwe vekişîne."

Ehmed ji bo rejîma Sûriyeyê jî diyar kir, ku divê ji bo çareseriyeke siyasî gavê biavêje, di rewşeke berevajî de wê encameke neyînî ji bo rejîmê derkeve holê.