Ebû Erac: Em amade ne pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bigirin
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Ebû Erac got, ew amade ne biçin Îdlibê û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Ebû Erac got, ew amade ne biçin Îdlibê û pêşî li dagirkeriya dewleta Tirk bînin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Şoreşger Ehmed Sûltan (Ebû Erac) ku bi xwe jî ji Îdlibê ye, li ser rewşa Îdlibê ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî.
Ebû Erac di destpêka axaftina xwe de got ku hêzên wan di şerê rizgarkirina Reqayê de cih girtin, serketin bi dest xistin û got: "Hêzên QSD'ê amade ne li her derê şerê çeteyan bikin û herêmê ji wan paqij bikin. Niha jî hêzên QSD’ê vê rastiyê li Dêra Zorê di aliyê pratîkî de pêk tînin."
Ebû Erac got, ala serketinê li Reqayê hate hildan û wiha dom kir: "Piştî serketina Reqayê dewleta Tirk dest bi rêze civînan kir. Tirkiyeyê bi hemû dewletên misogeriya Astana re civiya. Hemû hevdîtinên Tirkiyeyê ji bo rê li ber qonaxa piştî Reqayê bigre. Hikûmeta Tirk baş dizane ku piştî Reqayê û Dêra Zorê em ê berê xwe bidin derdora Îdlibê. Dewleta Tirk êrîş li Îdlibê pêk anî û derbasî nava xaka parêzgehê bû. Niha artêşa Tirk nêzî bajarê Helebê bûye. Ne tenê wiha lê belê ji aliyê bakur ve nêzîkî bajarê Hemayê jî bûye."
'ÇETE BI HEV KETIN'
Fermandarê Giştî yê Artêşa Şoreşgeran Ebû Erac di dewama axaftina xwe de diyar kir, ku di dema ketina dewleta Tirk a nava Îdlibê de çete bi hev ketine û got, "Di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El- Şam (Cebhet El-Nûsra) hin ji komên çete bi derbasbûna Tirkiyê re ne û hin jî qebûl nakin. Ên Tirkiyê derbasî Îdlibê kirin alîgirên çeteyên Cebhet El-Nûsra ne ku çeteyê bi navê Ebû Mariya El-Qehtanî ku piştgiriya xwe ji Tirkiyê digire ew derbas kirine."
'PIRANIYA ŞERVANÊN ME JI ÎDLIBÊ NE, MAFÊ WAN E KU AXA XWE RIZGAR BIKIN'
Ebû Erac di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ew amada ne ku derbasî nava Îdlibê bibin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em niha jî amade ne ku derbasî Îdlibê bibin. Kîjan kêliya ku şêniyên Îdlibê vê yekê ji me bixwazin, em ê pêk bînin. Ji xwe piraniya şervanên me ji Îdlibê ne û mafê wan e ku xaka xwe rizgar bikin."
Ebû Erac destnîşan kir ku ew ê rê nedin ku rêxistina Qaîda li Îdlibê bimîne û wê rê nedin ku dewleta Tirk xaka Sûriyê dagir bike. Erac wiha dom kir: "Hêzên çekdar ên li Îdlibê niha tu hêza wan nîne. Ên di piratîkê de Îdlibê xistine bin serweriya xwe Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) ne. Komên din jî bê bandor in tenê di bin fermana wan de tevdigerin. Welatiyên Îdlibê bê îrade hatine hiştin. Îdlib niha wekî volkanekî li ber teqînê ye. Gelê wê yê li dijî rêjîma Sûriyeyê serî hildan wê li dijî dagirkeriya Tirkiyê jî serî bilind bikin."
Derbarê dagirkeriya Tirkiyê de Ebû Erac wiha axivî: "Derbasbûna Tirkiyê ya ji xaka Îdlibê bi sponsoriya Rûsyayê pêk hat. Ev nîşana wê yekê ye ku Tirkiye xwe radestî Rûsyayê dike û ji Rûsya jî xwe ji rêjîma Sûriyê. Ev li gorî plananekê di navbera Pûtîn û Erdogan de di demên dawî de pêk hatiye. Ez nizanim tam ku Îdlib beranberî Efrînê hatiye dayîn, yan na, lê ez dibêjim ku dewleta Tirk her tiştê pêk tîne di xizmeta rejîma Sûriyeyê de pêk tê. Ti berjewendiyên gelê Sûriyeyê di vê mijarê de nîne. Ji berjewendiya dewleta Tirk ku di sînorê xwe de bimîne. Ez texmîn dikin ku di navbera Rûsya û Tirkiyê de lihevkirin hatiye kirin ku deriyên sînor radestî rejîma Sûriyeyê werin kirin. Lê herêmên Sûriyê û Şehbayê neketine destê Tirkiyeyê û wê nekevin jî. Em ê ti carî rê nadin ku ev yek pêk were."
Ehmed Sultan (Ebû Erac) di dawiya axaftina xwe de bang li hemû şêniyên Îdlibê kir û wiha got: "Banga min ji hemû şêniyên Îdlibê, birayên me yên siyasî û leşker ên bi rûmet re ew ku li ser Îdlibê planên derve yên qirêj têne kirin. Ev planên wan ne di berjewendiya gelê Sûriyê û bi taybet xelkên Îdlibê de ne. Em hêvîdar in ku hûn li dijî dagirkerên ku xaka me dagir dikin komî ser hev bibin. Em hêvîdar in ku şêniyên me yên Îdlibê parastina xaka xwe bikin. Em ê bi hev re yekbûyîna gelê Sûriyeyê û xaka Sûriyeyê biparêzin."