Cêwiyên ji Reqayê ji bo rizgarkirina bajarê xwe şer dikin

Cêwiyên ji Reqayê Kerwan û Weysî, sala 2013'an bi destpêkirina şerê Reqayê re koçî Serêkaniyê kirin. Niha jî tevî bavê xwe yê YPG'yî ji bo rizgarkirina Reqayê şer dikin.

Cêwiyên bi navê Kerwan û Weysî, ku ji bo rizgarkirina Reqayê şer dikin dibêjin, "Armanca me ne tenê rizgarkirinê Reqayê ye. Bi Reqayê re wê bîranînên me yên zarokatiyê jî rizgar bibin."

Cêwiyan bersiv dan pirsên ANF'ê.

Hûn dikarin ji me re hinekî qala Reqa ya berî şer bikin?

WEYSÎ: Beriya şer em li Reqayê diman. Mala me li nêzî Rimela bû. Birayê min û ez, li vê derê diçûn dibistanê. Jiyana li bajêr xweş bû; cihê ku mirov lê bigeriyan gelek bûn. Gelek cihên sosyal hebûn, ku ciwan diçûn wê derê.

KERWAN: Beşeke mezin a mirovên li Reqayê diman, Misilman bû. Lê belê mirovên ji olên din jî hebûn. Ne tenê Kurd û Ereb, lê Tirkmen û Suryanî jî hebûn. Mozaîka gelan bû. Kesî kes biyanî nedidît. Ya jî ziman, ol an jî nîjadeke din xerîb nedidît. Bi hatina DAIŞ'ê re her tişt guherî.

Hûn kengî ji Reqayê derketin?

WEYSÎ: Yek ji tiştên destpêkê yên DAIŞ'ê kir, girtina park û qadên civakî bû ku mirovan li van cihan bêhn vedidan. Mizgefteke mezin hebû, ku navê min jî ji wir tê; mizgefteke dîrokî bû. Ew der teqandin û tine kirin. Jiyan bi temamî sekinandin û tarîtî ferz kirin. Êdî nepêkan bû ku em li Reqayê bimînin. Em neçar man tevî malbata xwe biçin Serêkaniyê.

Dema hûn çûn Serêkaniyê, we çi kir?

WEYSÎ: Dema me xwe gihand Serêkaniyê, li wir jî şer dest pê kir. Pêngava Serêkaniyê dest pê kir. Bavê min, xalên min, apên min hemû tevlî şerê Serêkaniyê bûn. Malbata me hemû li dijî DAIŞ'ê şer kir. Me jî xwest tevlî bibin, lê belê ji ber ku hingî emrê me biçûk bû, hevalan nehiştin.

Hûn kengî tevlî bûn?

WEYSÎ: Piştre, sala 2015'an tevî birayê xwe em tevlî nava refên YPG'ê bûn. Ji hingî ve em di nava YPG'ê de ne.

Hûn li Reqayê ji dayik bûn, lê mezin bûn û niha jî tevlî pêngava rizgarkirina Reqayê bûne. Wateya vê yekê ji bo we çi ye?

WEYSÎ: Reqa ji bo me gelekî girîng e. Beriya her tiştî cihê ku em lê ji dayik bûne, lê mezin bûne. Zarokatiya me li Reqayê ma. Bîranînên me, her titşên me li Reqayê ne. Rizgarkirina Reqayê ji bo me tê wateya rizgarkirina bîranînên me yên zarokatiyê.

KERWAN: Me dixwest li eniya herî pêş di nava hêza êrîşê de cih bigirin. Me dixwest bi destên xwe, bi çeka xwe gav bi gav Reqayê rizgar bikin. Lê belê hevalan gotin li pîşesaziyê pêwîstî heye û xwestin em li pîşesaziya eniyê bimînin. Bêguman her kar gelekî girîng e. Her karekî ji bo şoreşê tê kirin pîroz e. Biçûk an jî mezinahiya karekî ji yê din nîne.

WEYSÎ: Ji bo tamîrkirina wesayitên hevalan ez carna diçim eniya pêş. Rewşa berê ya Reqayê, yanî rewşa beriya hatina DAIŞ'ê tê bîra min. Kolanên ku di dema zarokatiyê de min li gel hevalên xwe lê dilîst, dibînim. Niha bêhna barûtê jê tê, lê ev bi zora min naçe. Ji ber ku Reqa azad û paqij dibe.

Reqayeke çawa xeyala we ye?

KERWAN: YPG, YPJ û QSD'ê heta niha bi dehan cih ji DAIŞ'ê paqij kirin. Niha dema mirov diçin wan cihan, dibînin ku ji berê xweşiktir in, azadtir in. Kobanê, Minbic, Hol, Şedadê û Girê Spî. Niha ji berê gelekî xweştir in. Ez bawer im ku Reqa wê ji berê baştir bibe. Bila mirov ji vê kabûsa tarî rizgar bibin, bila xaniyên me tine bin. Ji xwe em ê bi hev re bajarê xwe ji nû ve ava bikin. Em ê vê carê weke mirovên azad, hê bêhtir xwedî lê derkevin û ava bikin. Mîna li Minbic û Kobanê, em ê jiyana xwe ji nû ve ava bikin.

WEYSÎ: Herî dawî dixwazim ji welatiyên Reqayê yên li derve re bêjim; Weke mirovên azad li axa xwe vegerin. Ev şeş sal in mirov li vê derê bi xurtî têdikoşin. DAIŞ êdî diqede. Ev ax ji berê bêhtir azad dibe û dibe cihekî ku mirov karibin lê bijîn. Werin em tola salên xwe yên zarokatiyê bi hev re hilînin.