Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Minbicê kirin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê piştî Şehba û Efrînê wê carê jî êrişê gundên Hoşeriyê û Hîsan a girêdayî Minbicê kirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişê gundên Hoşeriya û Hîsan a Minbicê kirin.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Qîrata gundên Hoşeriyê û Hîsanê topbaran dikin.

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştrast kir ku heta niha topbaran berdewam e, lê di derbarê encama topbaranê de ti agahî nehatiye bidest xistin.