Cenazeyê Fadî Reqa bi merasîmekê hate veşartin

Welatiyên bajarê Tebqa  navçeyên Cerniye û Ceberê bi merasîmekê cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Fadî Ehmed (Fadî Reqa) li goristanê veşartin.

Bi sedan welatiyên  herêmê, endamên saziyên sivîl û leşkerî pêşwaziya cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Fadî Ehmed (Fadî Reqa) ku ji Kantona Kobanê dihat û  di operasyona paqijkirina gundê Sehlebiyê ji mayînan de, şehîd bibû, bi karwanekî wesayîtan ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji aliyê şervanên YPG8YPJ/QSD’ê ve merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştre Fermandarê QSD′ê Omîd Babar axivî û got ku ew ê qebûl  nekin,  ti kes gelê herêmê ji bo armancên xwe bi kar bîne.

Endama Rêveberiya Komîteya Malbatên Şehîdan Îbtîsam Îbrahîm jî anî ziman ku cangoriyên azadiyê ji bo rizgarkirina welat, canê xwe feda kirine.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Rewşen Hemê, Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn a navçeya Mensûra Ebdulkerîm Umeyrî û Endamê Meclîsa Lihevanîna Êlan Ehmed Hisên jî axivîn.

Axaftvanan dane zanîn ku ew ê têkoşîna ji bo avakirina Sûriyeke azad û demokratîk bidomînin, her wiha diyar kirin ku têkoşeran bi fedekariya xwe serkeftinên dîrokî bi dest dixin.

Di dawiyê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbatawî hat kirin û cenazeyê Endamê Hêzên Ewlehiya Hundirin Faqî Reqa bi dîrûşmeya ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayîkan li goristanê hate veşartin.