Cenazeyê 5 şehîdên Bagera Cizirê li Hesekê hate veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê û gundên wê cenazeyê 5 şervanên YPG’ê yên ku di Pêngava Bagera Cizirê de şehîd bibûn, bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundên wê bi aramanca wergirtina cenazeyên şervanên YPG’ê Deham El-Ezo ( Cigerxwîn Hesekê), Mihemed El-Rehîl (Xebat Qendîl), Selah Hisên (Argeş), Osman Hemade (Elî Şêr), Mihemed Ehmed (Demhat) yên ku di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Hesekê wergirtin.

Gel bê  navber dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin û piştî wergirtina cenazeyan bi karwanekî wesayîtan berê xwe dan Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê.

Li ser rêya goristanê  gel cenazeyên şervanan li ser milên xwe kirin û heta goristanê meşiyan. Li goristanê merasîm bi deqiqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Piştre Endamê Meclîsa Melbatên Şehîdan a Hesekê Hemîd Hesen axivî û sersaxî ji hemû malbatên şehîdan re xwest û got ku şervanan ji bo azadiya gelê xwe li dijî çeteyan şer kirin û herêm bi saya berxwedana wan ji çeteyan rizgar dibe.

Di berdewama merasîmê de Endamê Fermandariya YPG’ê Zekî Kobanê axivî û got ku ew ê tu carî şehîdên xwe ji bîr nekin û wiha dom kir: “Şervanên me li dijî çeteyan  ji bo azadiya gelê xwe heta dawî şer dikin. Em teqez dibêjin ku wê xwîna wan li erdê nemîne, em ê rêya wan bişopînin û tevahiya herêmê ji çeteyan rizgar bikin.”

Kobanê di dawiya axaftina xwe de jî soza xwe dubare kir û got ku ew ê heta dawî şopdarên rêya şehîdan bin.

Di merasîmê de her wiha Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya TEV-DEM’ê Ebdulfetah Fatimê jî di merasîmê de axivî û got ku şehîdan bi tekoşîna xwe yekîtiya gelan mezin kirine û herêm ji çeteyan rizgar kirin û ev tişt anî ziman: “Şervanên me piştî Reqayê niha li Dêra Zorê şerê çeteyan dikin û gelê xwe ji metirsîna çeteyan diparêzin.”

Piştî axaftinan nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Di dawiya merasîmê de gel cenazeyê şehîdan bi dirûşme û tilîliyan li goristanê veşart.