Cenazeyê 2 şervanên YPG’ê li Girê Spî hate veşartin
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Osman û Arîf Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Welatiyên Kantona Girê Spî cenazeyê şervanê YPG’ê Ehmed Osman û Arîf Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê veşartin.
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî, Hevserokên Rêveberiya Xweser Zelîxe Ebdî û Endamê Rêveberiya TEV-DEM′ê Selah Firat, tevlî merasîma cenazeyê şervanên YPG′ê Ehmed Osman (Îbo Reqawî) û Red El-Hemûd (Arif Xelef) ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bûn.
Merasîma li Goristana Şehîd Mehmûd Tumê bi deqiqeyek rêzgirtina leşkerî ya ji aliyê şervanên Erka Xweparastinê ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Wehî Ebdullah, Hevseroka Rêveberiya Xweser Zelîxe Ebdî,li ser navê TEV-DEM′ê jî Kedîm Îbrahîm axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin û hat diyarkirin ku têkoşerên azadiyê di oxira mirovahî, azadî û biratiya gelan canê xwe feda kirine. Her wiha berxwedana YPG/YPJ/QSD′ê jî hate silavkirin.
Di axaftinan de soza şopandina rêya şehîdan heta avakirina civakeke demokratîk, hat dayîn.
Piştre nasnameya şehîdan hate xwendin û radestî malbatên wan hate kirin. Cenazeyê her du şervanên YPG’ê bi dirûşme û tilîliyan li goristanê hate veşartin.