Cenazeyê 2 şehîdan li Dêrikê hatin veşartin

Şêniyên bajarê Dêrikê û navçeyên wê cenazeyên şervanekî YPG′ê û xebatkarekî deriyê sînor ê Siwêdiyê bi merasîmekê li Goristana Şehîd Xebat Dêrik veşartin. Her wiha nasnameyên du şervanên YPG′ê jî hatin eşkerekirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li pêşiya nexweşxaneya Dêrikê kom bûn, wêneyên Ocalan û şehîdan hildan. Piştî ku şêniyan cenazeyên şervanê YPG′ê Xesan Elî (Lewend Ehmed) ê ku di Pêngava Bagera Cizîrê û xebatkarê beşa veghustinê ya Deriyê Sînor ê Siwêdiyê Sair Hisên di encama topbarana Haşdî Şabî de şehîd bibû wergirtin, berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li goristanê merasîma bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Mihyedîn Xêrikî axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest, soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê Partiya Pêşverû a Kurd li Sûriyê jî Idrîs Çaçan axivî, sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku ew serbilind in ku axa welat bi xwîna lehengan hat rizgarkirin.

Her wiha Endamê Rêveberiya Desteya Veguhestinê ya Kantona Cizîrê Mişel Emîn jî banga yekîtiyê li gelê Kurd kir û destnîşan kir ku ew ê li ser esasê felsefeya Rêbertiyê têkoşîna xwe bidomînin û serkeftinan bi dest bixin.

Piştî axaftinan, nasnameyên têkoşeran hatin xwendin. Her wiha nasnameyên 2 şervanên YPG′ê Newzet Mehmûd (Gîvara Kelê) û Remedan Elî (Keder Viyan) jî hatin eşkerekirin. Nasname radestî malbatên wan hatin kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyên Lewend û Sair di nava dirûşmeyên ″Şehîd namirin″ de li goristanê hatin veşartin.