Cangoriyên azadiyê li Qamişloyê bi merasîmekê hatin bîranîn

44 şervanên azadiyê yên di meha Tebaxê de şehîd bûn, ji aliyê gelê Qamişloyê ve hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê ve li Şehîdgeha Şehîd Delîl Sarûxan pêk hat. Di merasîmê de 44 şervanên azadiyê yên li Rojava û herêmên din ên Kurdistanê di meha Tebaxê de şehîd bûn hatin bîranîn.

Tevî Seroka Desteya Jinê Emîne Omer, Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo û Serokê Meclîsa Rêveber Ebdulkerîm Sarûxan gelek welatî tevlî merasîmê bûn.

Endamê Rêveberiya Akademiyên Civaka Demokratîk Ferzende Mûnzûr li merasîmê axivî, sersaxî ji hemû malbatên şehîdan, gelê Kurdistanê xwest û şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Piştî axaftinê, welatiya bi navê Wedha Wanikî helbesta xwe ya li ser şervanên YPG-YPJ û Şoreşa Rojava xwend.

Di dawiya merasîmê de wêneyên şehîdan radestî malbatan hatin kirin.