Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, der barê êrîşên artêşa Tirk û komên wê yên çete, ku di navbera 16-25'ê Cotmeha 2017'an li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê kirin, agahî da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku zêdegaviyaa artêş û çeteyên Tirk dewam dike û di nava 9 rojên dawî de êrîşî gelek gundên herêma Efrînê kirine.
Di dawiyê de li ser êrîşan ev agahî hatin dayin:
BÎLANÇOYA ÊRÎŞÊN 9 ROJAN
"Di 16.10.2017 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên obus êrîşî Methane Feysel, bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî Gundê Merenaz yên girêdayî navçeya Efrîn Şera, dîsa bi topên hawanê êrîşî eniya girên Başûr û Bedirxan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersiv dan çeteyan û di şer de li eniya Merenaz çeteyek hat kûştin.
Di 17.10.2017 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk ku li eniya Merenaz yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê dixwestin çeperên nû yên şer çêkin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên BKC û Kanas hedef hatin girtin û di encam de hatin rawestandin. Her weha di heman rojî de bi çekên doçka êrîşî girên Barîn, Banî, Berfîn û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên BKC bersiv dan êrîşa çeteyan, lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.
18.10.2017'an çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî Eyn Deqnê yê girêdayî navçeya Şera a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me di heman demî de bi çekên doçka bersiv dan êrîşa çeteyan û di encama şer de wesayîta ku doçkaya çeteyan li ser bû şewitî û hat rûxandin. Lê di derbarê kûştî û birîndarên çeteyan de agahî nehatin bi dest xistin. Her weha di heman rojî de êrîşên çeteyan li hember El Kamiyê ya girêdayî navçeya Şera, Gundê Başemrê yê girêdayî navçeya Şêrawa û Geliyê Zîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê pêk hatin û cih bi cih di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket.
19'ê Cotmehê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa, Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê, El Kamiyê û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin û li van deran şer derket. Her weha hewldanên çeteyan yên çêkirina çeperên nû yên şer di encama mudaxeleya hêzên me de hatin rawestandin. Dîsa di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov li ser Qestelê, Xedamat û Eyn Deqnê geriyan.
20'ê Cotmehê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi dron êrîşa bi roket li hemberî Girê Şehît Şîlan yê girêdayî navçeya Cindirêsê a Kantona Efrînê kirin. Her weha li heman navçeyî hêzên me mudaxeleya çeteyên ku dixwestin bi treksan li hemberî Girê Berfîn yê girêdayî navçeya Cindirêsê çeperên nû yên şer çêkin kirin û di encam de hatin rawestandin. Dîsa li Girê Qestelê, Vîla Qadî û Merenazê yên girêdayî navçeya Şera di navbera hêzên me û çeteyan de bi çekên BKC û doçka şerên demkî qewimîn. Di heman rojî de balafirên keşfê yên bê mirov ên artêşa Tirk li ser xeta sînor a navçeya Şiyê geriyan.
Di 21.10.2017 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Gundê Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrewa, bi çekên doçka êrîşî Girên Banî, Batman û Baflor yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Girê Qestelê, Merenaz, Baflûn û Vîla Qadî yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Hêzên me jî di heman demî de bersivê çeteyan dan.
22'ê Cotmehê de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi çekên doçka êrîşî girên Şehît Şîlan, Bedirxan û Bozan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Merenazê û Girê Qestelê yên girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê jî êrîşî Basûfanê yê girêdayî navçeya Şêrawa yên Kantona Efrînê kirin. Dîsa di heman rojî de çeteyan hewl da ku li eniya Cindirêsê bi treksan çeperên nû yên şer çêkin. Hêzên me jî di heman demî de bersiva hemû êrîşên çeteyan dan û treksa çeteyan a ku çeperên şer çêdikir dane rawestandin. Her weha balafira keşfê ya artêşa Tirk li ser eniya Şera geriya.
Di 24.10.2017 de çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê û çekên doçka êrîşî Girê Qestelê û Vîla Qadî yê girêdayî navçeya Şera, bi topên hawanê û drone êrîşî girên Bedirxan û Şehît Şîlan yên girêdayî navçeya Cindirêsê yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de hêzên me bersiva hemû êrîşên çeteyan dan û hewldana çeteyên ku dixwestin li eniya Vîla Qadî çeperên nû yên şer çêkin hat astengkirin.
25'ê Cotmehê çeteyên girêdayî artêşa Tirk bi topên hawanê êrîşî Bircikê Silêman yê girêdayî navçeya Şêrawa a Kantona Efrînê kirin. Hêzên me bersiv dan êrîşa çeteyan û di encam de çeteyek hat kûştin. Dîsa di heman rojî de çeteyan bi topên hawanê êrîşî girên Bedirxan û Botan yên girêdayî navçeya Cindirêsê, Vîla Qadî, Girê Qestelê û Eleqînê yên girêdayî navçeya Şera yên Kantona Efrînê kirin. Her weha di heman rojî de leşkerên artêşa Tirk yên ku xwestin li beramberî gundên Alîşêr û Aşmê sînor derbas bikin, bi çekên giran û çekên ferdî gulle reşandin ser hêzên me. Hêzên me di heman demî de bersiv dan êrîşa leşkerên Tirk û şer derket. Di encam de loderek û qamyonek hatin rûxandin û hatin astengkirin."