Balefirên artêşa Tirk Cindirês û Şerayê bombebaran dikin

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û li aliyê din jîngehên sivîlan dike hedef.

Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker bi ser Efrînê de di roja 36’an de didome. Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran yê navçeya Şerayê dibarîne û jîngehên sivîlan dike hedef.

Li aliyê din ji seat 05:30’an ve li derdora gundê Hacvîlka di navbera şervanên QSD’ê û artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de şerekî giran heye.