Bagera Cizîrê: Gundê Albeyda hate rizgarkirin

Gundê Albeyda yê li bakur rojhilatê Dêra Zorê, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate rizgarkirin.

Pêngava Bagera Cizîrê di roja 47'an de ye. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê ya ser bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), duh bi şev ji bo rizgarkirina gundê Albeydayê dest bi operasyonê kirin.

Di encama operasyonê de gundê Albeyda ku bi 44 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye hate rizgarkirin.

Li vî gundî, di şer de 6 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Dêra Zorê Ahmed Ebû Xewla jî gundê Albeyda ye.