Bagera Cizîrê: Gundê Al Namliyah hate rizgarkirin
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, vê sibehê gundê gundê El Namliyah ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Şervanên Pêngava Bagera Cizîrê, vê sibehê gundê gundê El Namliyah ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.
Di çarçoveya Pengava Bagera Cizîrê de, ku 49 roj in didome, şervanên QSD'ê duh bi şev berê xwe dan gundê El Namliyah ku bi 45 kîlometreyan li bakurê rojhilat ê Dêra Zorê ye.
Li gundê El Namliyahê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket û di encama vî şerê dijwar de gundê El Namliyah hate rizgarkirin.
Şervanan QSD piştî rizgarkirina gundê El Namliyah dest bi operasyona paqijkirina gund kirin û wesayiteke mayinkirî desteser kirin.
Duh bi şev li bakurê rojava yê gundê Agedatê jî di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şer derket. Li vê derê jî wesayiteke bombebarkirî ya DAIŞ'ê ji aliyê şervanan ve hate teqandin, wesayitekê jî xwe teqand.
Ji duh bi şev û vir ve di şer de herî kêm 9 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, di şer de 6 şervanên QSD'ê şehîd bûne.