Bagera Cizîrê: Şervanên QSD’ê derbên giran li çeteyan didin

Şervanên QSD’ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 5 km pêş ve çûn. Di navbera şervanên derbên giran li çeteyan dan û pêş ve çûn û çeteyan de şer bi dijwarî dewam dike.

Pêngava Bagera Cizîrê ku di roja 9’ê Îlonê destpê kiribû, mehek li pey xwe hişt. Şervan di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de 5 km pêş ve çûn.

Li baskê Ebû Fas şervanên QSD’ê li başûrê kargeha Cefir a petrolê 4 km pêşve çûn. Saet di 14.00′an de li nêzî stasyona trênê şerekî dijwar di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê derket. Şerê li herêmê hê jî dewam dike.

Li Baskê Siwar jî îro piştî nîvro şervanên QSD’ê li gundê Miwelha yê ku duh hatibû rizgarkirin, dest bi operasyona paqijkirinê kirin. Di encamê de cenazeyê çeteyekî ket destê şervanan. Pêşveçûna şervanan li vî baskî didome.

Her wiha li Baskê Ebû Xeşeb jî şervanên QSD’ê zêdeyî 1 km li başurê kargeha Şekir pêşve çûn. Di encamê de depoya genim hate rizgarkirin, her wiha 5 hamer, tankek, 3 wesayîên zirxî yên leşkerî, wesayîtek teqemeniyê û fûze ketin destê şervanan.

Çeteyên DAIŞ’ê bi armanca astengkirina pêşveçûna şervanan, bi wesayîteke teqemeniyê êrîş kirin. wesayît beriya ku nêzî çeperên şervanan bibe ji aliyê şervanan ve hat rûxandin.

Li herêmê şer bi dijwarî didome û şervanên QSD’ê derbeyên giran li çeteyan didin.