Bagera Cizirê: Şerê dijwar rû dide
Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de di van kêliyan de şerekî dijwar rû dide.
Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de di van kêliyan de şerekî dijwar rû dide.
Çeteyên DAIŞ’ê îro piştî nîvro saet 16:00’an ve ji bahoza tozê sud werdigrin û êrîşî nuqteyên şervanên QSD yê gundê El Namliyah dikin. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşa didin, şerê li herêmê bi hemû leza xwe dewam dike.
Şervanên QSD’ê gundê El Namliyah ku 45 km dikeve bakurê rojhilatê Dêra Zorê vê sibehê ji çeteyan rizgarkirîbûn.
Çeteyên DAIŞ’ê îro piştî nîvro, bi çekên giran êrîşî nuqtayên şervanên Pengava Bagera Cizîrê yê gundê El Cenna ku 67 km dikeve bakurê rojhilatê Dêra Zorê dikin. Şervanan di heman kêliyan de bersiva êrîşan da.
Ji aliye din vê jî li Dêra Zorê bahoza tozê ku di seat 15:30’an de destpêkirî, heta niha berdewam dike. Şervanên Pengava Bagerê Cizirê ji bo êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ji bahoza tozê sûd werdigrin, tedbirên awarte digrin.