Bagera Cizîrê: 4 gund hatin rizgarkirin
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji duh bi şev û vir ve 4 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Di Pêngava Bagera Cizîrê de, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji duh bi şev û vir ve 4 gund ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên Pengava Bagerê Cizîrê, duh êvarê bi du baskan li her du aliyên Çemê Xabûrê ketin nava liv û tevgerê.
Di encama şerekî giran de gundên Herêce, Endecî, Caar û Elfeîdînê hatin rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê, li van gundên navborî operasyona paqijkirina ji bermahiyên çeteyan dest pê kir.
Li gundê Agedatê jî, ku bi 20 kîlometreyan li başûrê rojhilat ê Dêra Zorê ye, ji danê sibehê ve şerekî dijwar diqewime.
Li vî gundî heta niha 8 çete hatin kuştin û cenazeyên 4 ji wan li naverastê man. Rext û çekên çeteyan ketin destê şervanan.
Şervanên QSD'ê di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de her bi pêş ve diçin.