Azadiya Ocalan, azadiya me ciwanan e
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê yên ku tevlî meşa dirêj a ji Tirbêspiyê heyanî Qamişlo bûn gotin, heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin wê li qadan bin.
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê yên ku tevlî meşa dirêj a ji Tirbêspiyê heyanî Qamişlo bûn gotin, heta ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin wê li qadan bin.
Ciwanên Şoreşger ên Rojavayê Kurdistanê yên ku tevlî meşa dirêj ya ji Tirbêspiyê heyanî Qamişlo bûn ramanên xwe yên li ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd vegotin û diyarkirin, heta ku ew ji Ocalan agahiyekê wernegirin wê li qadan bin. Ciwanan wiha gotin: ’Em dibêjin heyanî em agahiyek zelal ji Rêbertiya xwe negirin em ê wek ciwan û jinên ciwan li qadan bin û em bang li her kesî dikin ku edaletê dixwazin ji bo ku tecrîda giran a li ser Rêbertî rabe derkevin qadan û dibêjin demildest divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û rewşa wî ji malbat û gelê me re bidin zelal kirin.’’
‘RÊBER APO FIKIR, FELSEFE, DEMOKRASÎ Û AZADIYA GELAN E’
Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Ciwanên Rojava Amed Memo di derbarê meşa dirêj ya ciwanên Rojava û tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha nêrînên xwe anîn ziman: Rêber APO fikir, felsefe, demokrasî û azadiya gelan e. Destkeftiyên ku îro di Rojava û Bakurê Suriyê de, hatin bidesxistin hemû bi fikir, ked û felsefeya Rêber APO hatiye bidestxistin. Fikrê ku hêlayî ew azadiya ku niha li Rojava û Bakurê Suriyê bê bi destxistin fikir û ramanên Rêber Apo bû. Dewleta Tirk, ya faşist ji ber ku nikare li hember wî fikrî raweste, bi planên qirêj zext li ser Rêberê me da meşandin, daxwaza wan ew bû ku wî fikrê azad yê Rêbertî bidin rawestandin. Em jî wek ciwan dibêjin ku heya ku ciwanek Kurd bijî, wê fikrên azad yên Rêbertî jî, bijî. Ev bêdengiya hêzên navnetewî jî, ji bo Rêbertiya me tê wateya ku ew dixwazin ku ev fikir belav nebe û biratiya gelan ya ku ji fikirê Rêber APO hatî girtin, teng bihêlin ji ber ku ew fikir wê serkeftinên mezin di Rojhilata Navîn bidest bixe.
Memo di dawiya axaftina xwe de wiha got; ‘’Em wek ciwanên şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikin û bang li hemû dewletên navnetewî dikin ku ji di demek hîn zûtir de şandeyek ya tendurustiyê yan jî şandeyek cûda bişînin gel Rêbertî û diderbarê rewşa Rêbertî de gelê me agahdar bikin. Disan jî em dibêjin ku vê tecrîda li hember Rêberê xwe, li hember xwe dibínin û pêwîst e ciwan di cihê xwe de ranewestin û seferber bibin. Ji ber ku Rêber Apo zimanê demokrasî û azadiyê ye.’’
‘RÊBER APO JI BO ME SEMBOL Û NASNAMEYA BINGEHÎN E’
Endama Rêveberiya Mamostayên Jinên Ciwan Fedîrde Îbrahîm jî bal kişand li ser rewşa Rêbertî û wiha got: ‘’Em Rêber APO wekî sembol û nasnameya xwe ya bingehîn dibinin, di rêya fikir û felsefa wî de îro em nasnameya rast ya gelên Rojhilata Navin nas dikin. Ji bo wê banga me ji kesên azadîxwaz ew e ku Rêberekî wek Rêber APO di zindanê de were hiştin ev sûcê mirovahiyê ye û biryarekî ne rewa ye. Em îro ji bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbêsipiyê dimeşin heya Qamişlo ev meşa me ji bo tecrîda girankiri ya li ser Rêber APO ye. Ger fikrên Rêber APO tine bûna, em jî îro li ser axa xwe ya azad ya Rojavayê Kurdistanê me ew qas deskeftî bi destnedixistin. Ji ber ku ev deskeftiyên ku ji bajarê berxwedanê bigire heyanî Minbic, Tebqa, Reqa û niha heya li Dêra Zorê çûyî jî hemû bi fikr û felsefeya Rêber APO hatine bidestxistin.
Îbrahîm bi domdarî got: ‘’Ev bi salane, Rêber APO di zindana yek hûcreyî de tê girtin, ji bo ku fikir û felseya Ocalan, ku gelê Kurd bi salan e li ser dimeşe winda bikin vê yekê dikin. Em wek jinên ciwan dibêjin ku, rewşa niha Rêbertiya me tê de dijî ne rewşeke wiha ye ku em bêjin rewa ye, ji 27’ê Tirmeha 2011’an heya roja meya îro Rêbertî di hûcreyek yek kesî de tê girtin û tecrîdek pir girin li ser tê meşandin, ev tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin di heman demê de em wek ku li ser hemû mirovahiyê û tevahî gelê Kurd dibînin.
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de wiha got: ‘’Em dibêjin heyanî em agahiyek zelal ji Rêbertiya xwe negirin em ê wek ciwan û jinên ciwan li qadan bin û em bang li her kesî dikin ku edaletê dixwazin ji bo ku tecrîda giran a li ser Rêbertî rabe derkevin qadan û dibêjin demildest divê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rakin û rewşa wî ji malbat û gelê me re bidin zelal kirin.’’