Asayîşa Efrînê dest danî ser wesayîta fuze li nav barkirî

Hêzên Asayîşa Kantona Efrînê ya Herêma Efrînê li bendeke kontrolê dest danî ser 2 fûze bi tîpa Taw a ku li nav kamyonekê hetibû bicihkirin ku ji bo çeteyên Tirkiyeyê yên ku li Ezazê bi cih bûne, bike.

Hêzên Asayîşê li gundê Mezin ê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê li bendeke ya kontrolê dest danîn ser 2 fuzeyên bi tîpa ‘Taw’ a li nav wesayîtekê hatibû bicihkirin. Wesayît ji bajarê Idlibê dihat û dixwest xwe bigihîne çeteyên Tirkiyê yên li bajarê Ezazê bi cih bûne.

Têkildarî mijarê, Rêveberê benda kontrolê ya gund Şiyar Mihemed anî ziman ku dema ku wan li ser benda kontrolê erkên xwe pêk danîn, agahî ji wan re hatin ku wesayîteke bi guman ji Idlibê ketiye rê û got: ″Piştî ku wesayît li benda kontrolê hate rawestandin û lêgerîn li ser hate kirin, 2 fuzeyên bi cureyê ″Taw″ lê hatibûn barkirin.″

Hêzên Asayîşê ajokarê wesayîtê girtin, lêpirsîn hatiye destpêkirin.