Artêşa Tirk û çeteyê wê, topan diavêjin gundên Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker, tevî komên xwe yên çete topan diavêje gundên navçeyên Cindirêsê û Şêrawa yên Efrînê. YPG/YPJ jî bersiva êrîşan didin.

Li gorî nûçeyan ANHA'yê, artêşa Tirk û komên wê yên çete, di vê kêliyê de gundên Dêr Belût, Çelemê û girên Bihar û Bextyar ên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê topbaran dike. 

Di heman demê de 2 topên Artêşa Tirk û çeteyên wê li gundê Îska yê navçeya Şerawa ya Efrînê ketin. 

Hêzên YPG/YPJ’ê jî demildest bersiva topbaranê dan. Di encama topbaranê de ziyanên madî di mal û milkên welatiyan de bû. Topbarana li ser herêmê hîn jî didome.

Duh bi şev jî, artêşa Tirk û çeteyên wê bi çeka BKC û doçkayê êrîşî Girê Qestel Cindo û gundê Merenaz ê navçeya Şera kirin. YPG û YPJ'ê bersiva êrîşê dan.

Danê vê sibehê jî, topek hawanê li gundê Basûfan ê navçeya Şêrawa û 3 topên hawanê li gundê Girê Banî yê herêma Cindirêsê ketin. Ji ber topbarnê ziyan çênebûn.

Şervanên YPG û YPJ'ê kombûneke çeteyên li beramaberî Girê Buhar ê herêma Cindirêsê ku hewl didan xendeqan bikolin hedef kirin û çete neçarî vekişandinê kirin. Li aliyê din çeteyan êrîşî Girê Bedir ê herêma Cindirêsê kirin. Şervanan bersiv dan êrîşê. Der barê hejmara kuştiyên çeteyan agahî nehatin bi destxistin.