Şervanên YPG û YPJ'ê yên li Kobanê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê nêrînên xwe anîn ziman û işaret bi girîngiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo azadiya gelan kirin.
Şervanan gotin, "Serokatî di girtîgehê de ye, lê fikrên wî li derve ye. Gel ji fikrên wî hêzê digire."
Navenda Ragihandinê ya YPG'ê, li ser malpera xwe ya înternetê nêrîna şervanên YPG/YPJ'ê ya di vî warî de weşand:
"Gelek zilm û zordarî li me hate kirin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi pêş ketin. Em bang li gelên Rojhilata Navîn dikin. Serokatî ev çil sal in ji bo wan li ber xwe dide, azadiya gelan dixwaze. Divê em zanibin ku îro dor gihîştiye me û divê em azadiya Serokatî bixwazin.
Şoreşa Rojava nefeseke nû dide gelan. Her kesî dît ku di navbera gelan de nakokî nîne. Nakokiya heyî ya dewletan ya neteweperestiyê ye. Piştî berxwedana Kobanê li hemberî Serokatî tecrîdeke gelekî giran hate ferzkirin. Wateya vê jî ev e: 'Eger hûn şoreşekê pêk bînin, serokê we di destê me de ye, li gorî wê tevbigerin'. 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ye. Wateya vê rojê gelekî cuda ye. Piştî banga Serokatî, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê û hemû cîhanê xwedî li Kobanê hate derketin. Ji Kanada, Arjantînê, heta Ewropayê Ewropayê li hemû cîhanê xwedî li vê axê hate derketin.
Şoreşa Rojava bi saya fikir û ramanên serokatî bû. Eger îro gelên Rojava dikare weke malbat bi rehetî li malên xwe bijîn, divê em ji bîr nekin ku ev bi saya serokatî bû.
Di serî de dewleta Tirk, êrîşên li hemberî me hatin kirin ji bo binxistina Serokatî bû. Me jî ev qebûl nekir û me li ber xwe da. Di vê oxirê de me gelek şehîd jî dan. Em vê êrîşê ti carî qebûl nakin.
Serokatî di girtîgehê de ye, lê fikrên wî li derve ye. Gel ji fikrên wî hêzê digire. Serok ne tenê serokê me tenê ye, serokê tevahiya vî gelî ye."