Şervanên YPG’ê du kepçeyên artêşa Tirk rûxandin
Şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî gundê Hekiç a Cindirêsê du kepçeyên artêşa Tirk dema çeper çêdikirin rûxandin.
Şervanên YPG/YPJ’ê li nêzî gundê Hekiç a Cindirêsê du kepçeyên artêşa Tirk dema çeper çêdikirin rûxandin.
Hêzên YPG/YPJ’ê li gundê Hekiç a navçeya Cindirês a Efrînê dema ku artêşa Tirk bi komên çeteyên xwe ve hewl didan pêş ve werin derbên giran lêdan. Şervanên YPG/YPJ’ê yên êrîş bi berxwedanê şikandin, li derdorî gundê Hekiçê du kepçeyên Tirk ên çeper çêdikirin rûxandin.
Kêliyên rûxandina kepçeyan hatin parvekirin.