Şervanên QSD’ê sivîl birin qadên ewle
Sivîlên ku ev nêzî mehekê ye li taxa Deriyê yê li rojavayê Reqayê asê mabûn ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.
Sivîlên ku ev nêzî mehekê ye li taxa Deriyê yê li rojavayê Reqayê asê mabûn ji hêla şervanên QSD’ê ve hatin rizgarkirin.
Şervanên QSD’ê dema ku sivîl ji qada şer dibirin qada ewle alîkarî dane dayikan û zarok li wesayitan siwar kirin.
Dayika yixtiyar ya ku hatî rizgarkirin beriya ku bi rê bikeve şervanên QSD’ê hembêz kir û kêfxweşiya xwe diyar kir. Hin jinan jî ji kêfan lîlandin, hinan jî bi xwe nikarîbûn û hêstirk ji çavê wan bariyan.