Şer li Reqayê giran e: 24 çete hatin kuştin
Li navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime. Di şer de duh bi şev 24 çete hatin kuştin.
Li navenda bajarê Reqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî giran diqewime. Di şer de duh bi şev 24 çete hatin kuştin.
Di pêngava rizgarkirina Reqayê de, ku roja 6'ê Hezîranê dest pê kir, şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) gav bi gav bi pêş ve diçin. Li navenda bajêr şer giran e.
Li taxa Mansûr a li rojhilatê Reqayê, duh bi şev 7 çete di şer de hatin kuştin.
Wekî din, li aliyê rojava jî 8 çete li taxa Mirur, 5 çete jî li taxa Nehdayê hatin kuştin.
Li taxa Bêtanî ya li rojavayê Reqayê di şer de 4 çete hatin kuştin.
Di şerê duh bi şev de 3 şervanên QSD'ê yên li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi rengekî bêhempa li ber xwe dan, şehîd bûn.