39 partî û hêzên siyasî: Parastina têkiliyên Ereb-Kurd berpirsiyariyeke neteweyî ye

39 partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê diyar kir ku herêmê di pêşdeçûnên pir xeternak û fikar re derbas dibe, hin alî hene hewl dider derbeyê li têkiliyên Kurd-Ereb bidin, parastina van têkiliyên dîrokî berpirsiyariyeke neteweyî ye.

Partî û hêzên siyasî li Sûriyeyê ji raya giştî re daxuyaniyek da û destnîşan kir ku herêm di pêşdeçûnên pir xeternak re derbas dibe û ew fikareke mezin hewldanên biguman ên bi armanca têkbirina têkiliyên Ereb  Kurd dişopînin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tiştê niha rû dide ne nakokiyên xweber an jî şatiyên ferdî ne, lê di çarçoveya siyasetên plankirî de tên ku aloziyê zêde bikin, rastiyan berovajî bike û bûyeran li gorî xwe bi kar bînin da ku baweriya di nava pêkhateyan de têk bibin.

Partiyan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsbat kir ku tevî hemû astengiyan jî jiyana hevbeş û hevkariya siyasî û civakî di nava Ereb û Kurdan û pêkhateyên din de ne rewşeke awarte ye, lê pêdiviyeke dîrokî ye. Ji lew hêzên mezin vê yekê derbe dikin ku sefeftina vê hevkariyê li dijî planên wan gefên rasterast in.

Partiyan hişyarî li ser gotinên tehrîdkirinê û nefretê û hewldanên kişandina kolanê ber bi şerekî ve da. Ji ber ku ev yek eniya hundirîn, li şûna hevgirtinê, lawaz dike.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku gurkirin û mezinkirina nakokiyên biçûk di vê dema hesas de rasterast xizmeta dijminên îstîqrarê dike û kesên berpirsiyar ji hêla siyasî û exlaqî ve ji her encamên cidî yên ku dibe ku çêbibin berpirsyar in.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdiviya qonaxê bi xîtabeke berpirsiyar, helwestên zelal û hişmendiyeke siyasî heye, parastina mozaîka civakî û têkiliyên Ereb-Kurdî û parastina jiyana hevbeş berpirsiyariyeke neteweyî ye. Hişmendiya siyasî xeta yekemîn a parastinê li hember her hewldanên têkbirina çarenûsa gel e.

Partî û hêzên siyasî yên ev daxuyanî îmze kiriye:

1-      Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK)

2-      Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

3-      Partiya Kesk a Demokrat

4-      Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

5-      Partiya Lîberal a Kurd li Sûriyeyê

6-      Partiya Komunîst a Kurdistanê

7-      Partî Demuqratî Kurdistanî-Sûrî

8-      Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriye

9-      Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

10-   Partiya Çep a Demokrat a Kurd li Sûriyê

11-   Partiya Sûriyeya Pêşerojê

12-   Partiya Guhertina Demoqrat a Kurdistanê

13-   Tevgera Nûjen a Kurdistanê-Sûriya

14-   Yekitiya Karkerên Kurdistanê (YKK)

15-   Heyet El Weteniye El Erebiya (Desteya Nîştimanî ya Erebî).

16-   Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyeyê

17-   Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdî li Sûriyê

18-   Partiya Çaksazîyê-Sûriye

19-   Partiya Asûrî ya Demokrat

20-   Partiya Biratî ya Kurdistanê (PBK)

21-   Partiya Roj a Demokratîk li Sûriyê

22-   Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)

23-   Kongra Star

24-   Partiya Muhafizkaran

25-   Partiya Têkoşîna Demokrat

26-   Şepêla Pêşeroj a Kurdistanê

27-   Partiya Demokrat  a Kurdistanê-Rojavayê Kurdistanê

28-   Partiya Guhertina Demokratîk

29-   Partiya Yekitiya Suranî

30-   Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

31-   Partiya Yekitiya Demokrat a Kurdî li Sûriye (Yekitî)

32    - Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Partî)

33   - Tevgera Çepir a Şoreşgerî li Sûriyeyî

34-   Partiya Sûraya ya Demokrat

35   -Partiya Muhafezkarên Kurdistanê

36-   Partiya Kombûna Sûrî ya Demokratîk

37-   Şepêla Sûrî ya Demokratîk

38    -Partiya Guhertinê û avakirina Sûriyeyê

39  -Partiya Yekitiya Ermenî