ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Elmanyayê doz li Facebookê hat vekirin ku li ser şopa Erdogane
Akademîsyen Kerem Schamberger, ku ji ber parvekirina daxuyaniyeke çapemeniyê ya li ser sala 25'an a qedexeya li ser PKK'ê hesabê wî yê Facebookê hate girtin, doz li Facebookê vekir. Rûniştina destpêkê ya dozê li Munchenê pêk hat. -
ROJEVA 21'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Gulana 2019'an. -
Berxwedêr Kobanê bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê
Cemal Kobanê ku ji bo bidawîbûna tecrîdê tevî sê aktîvîstan li Berlînê di greva birçîbûnê de ye, bi lezgînî rakirin nexweşxaneyê. Kobanê tedawî qebûl nekir û çalakiya xwe didomîne. -
Dayikên li Esenyurtê çalakiyê pêk tînin peyama berxwedanê dan
Dayikên girtiyên bexwedêr li Esenyurtê di bin dorpêça polîsên Tirk de çalakiya xwe ya nobetê didomînin gotin, “Ên vê zilmê dikin dibêjin em misilman in; bila destpêkê bibin mirov. Wê heta kengê ziman, çad û baweriya mirovan înkar bikin?” -
Êşkece li kesên li Xelfetiyê hatine destgîrkirin hatiye kirin
Di serdegirtinên malan ên li navçeya Hewag û Xelfetiyê yên piştî şerê 18’ê Gulanê li Taxa Derto ya navçeya Xelfetiyê rû dan û şûn de hate kirin, nêzî 60 kes hatin destgîrkirin û biribûn Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Rihayê. -
Li Wanê dayikan tecrîd protestokirin
Dayikên li Wanê, ji bo bidawîbûna tecrîda li ser Ocalan li Parka Bajar çalakiya rûniştinê kirin. -
Dayik li hemberî tecrîdê li her derî li ber xwe didin
Li Edene û Enqereyê dayikên berxwedêrên girtî çalakiyên xwe didomînin. Li Dersimê saziyan hukumet hişyar kir. -
Li Gebzeyê di êrîşê de gelek dayik birîndar bûn
Dayikên girtiyên di greva birçîbûnê de ne li pêşiya Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Gebzeyê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Lê belê polîsên Tirk êrîş kirin û gelek dayik birîndar kirin. -
Polîsan li Gebzeyê êrîşî dayikan kir, 2 kes destgîr kirin
Polîsên Tirk li Gebzeyê êrîşî çalakiya rûniştinê ya dayikên girtiyan kir. -
'Asta krîtîk ji zû ve derbas bû, bila tecrîd were rakirin'
Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kûrtûlan diyar kir ku divê ji bo grevên birçîbûnê û rojiya mirinê gav werin avêtin û divê tecrîd were rakirin. -
'Şehîdên meha Gulanê' li Rûsyayê hatin bîranîn
'Şehîdên meha Gulanê', li Şehîdgeha PKK'ê ya li gundê Kurdan bi merasîmeke girseyî hatin bîranîn. Di bîranînê de ji bo xurtkirina têkoşîna gelê Kurd bang hate kirin. -
'Biryara hevdîtina parêzeran divê bi cih bê anîn'
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk çû serdana dayikên ku ji bo zarokên xwe yên di greva birçîbûnê de ne heft roj in çalakiyê pêk tînin. Bozgeyîk ji Wezareta Edaletê xwest ku daxuyaniya xwe ya li ser mijara hevdîtina bi Ocalan re bixe meriyetê. -
Li Londrayê li dijî tecrîdê meşeke girseyî hate lidarxistin
Li Londrayê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, meşek hate lidarxistin. -
Li Îdlîbê daxwaza Tirkiyeyê ya agirbestê û şantaja Til Rifatê
Operasyona Rûsya û rejîmê ya li ser Îdlîbê didome, tê diyarkirin Tirkiye ji bo du bendên çavdêriyê vala bike, agirbestê dixwaze. Rûsya û rejîm, berê hêzên xwe dide Lazkiyeyê. Tirkiye jî ji bo dagirkirina Til Rifatê şantajê li Rûsyayê dike. -
Parêzeran ji bo dîtina Ocalan serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Edeneyê gelek kes hatin destgîrkirin
Li Edeneyê di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Li 5 bajarên Elmanyayê çalakiyên danasîna pirtûkên Ocalan
Pirtûka Ocalan a bi navê ‘Şaristaniya kapîtalîst: Xwedayê bi maske û serdema keyîtiyên veşartî’ ya ku li Elmanî hatibû wergerandin, çalakiyên danasîna wê didomin. Vê hefteyê wê li 5 bajarên Elmanyayê pirtûk werin nasandin. -
Li Cannesê çalakiya li dijî tecrîdê
Ciwanên Kurd ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Cannes ê Fransayê standa agahdarkirinê vekirin û belavok belav kirin. -
Şehîdên meha Gulanê li gelek deveran hatin bîranîn
Li gelek bajarên Ewropayê, şehîdên meha Gulanê bi çalakiyan hatin bîranîn. -
Piri: Têkoşîna min a ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê wê bidome
Raportora Tirkiyeyê ya Parlamenta Ewropayê Kati Piri serdana Huseyîn Yildiz û Hasbî Çakici kir ku 122 roj in li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. -
Hatîmogûllari: Divê êdî çareseriyeke rasteqîn bê peydakirin
Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, beriya ku mirov li girtîgehan jiyana xwe ji dest bidin divê êdî çareseriyeke rasteqîn bê peydakirin û got, "Em li bendê ne ku bêyî encameke nebaş derkeve, gav werin avêtin." -
ROJEVA 20'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Gulana 2019'an. -
Çalakiya dayikan a Esenyurtê tevî astengiya polîsan dewam kir
Çalakiya dayik û xizmên berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, tevî astengiya polîsan li qada Esenyurt pêk hat. -
Dayikan li Bakirkoyê astengî nas nekirin
Dayikên ku ji bo bibin dengê zarokên xwe yên li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hev civiyan, tevî astengiya polîsan jî meşiyan. -
Artêşa Tirk Kurdên li gundê Derwîşê bi zorê ji malên wan derdixe
Artêşa Tirk a dagirker, Kurdên li gundê Derwîşê yê Efrînê bi zorê ji malên wan derdixîne.