ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ozmen ê girtî: Bila hemû gelê me tevlî berxwedanê bibe
Omer Ozmen ê girtî ku di greva birçîbûnê de ye bal kişande ser zextên zêde yên li girtîgehan. Ozmen got, ''Em biryardar in. Ya ku wê me bihelîne bêdengî ye. Bila gelê me tevlî berxwedanê bibe''. -
Li dijî tecrîdê çalakiyên malbatan didome
Malbatên girtiyan ên li Amed û Bakirkoyê, berxwedana xwe ya li dijî tecrîdê didomînin. -
Kurdistanî li Brukselê li dijî tecrîdê û bêdengiyê meşiyan
Li paytexta Belçîka Brukselê, ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, meşeke navendî pêk hat. -
Li Mêrsînê operasyona qirkirina siyasî
Li Mêrsînê 4 kes bi çarçoweya qirkirina siyasî hatin destgîrkirin. -
Bîlmez: Divê daxuyaniya Wezîrê Dadê were bicihanîn
Ji Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Ibrahîm Bîlmez ku li gel daxuyaniya Wezîrê Dadê yê Tirk, ''Qedexeya li ser hevdîtinê rabûye'' jî bersiva serlêdanên wan nayê dayin, got, bi lezgînî divê daxuyanî were bicihanîn. -
Parêzerên Ocalan ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Parêzerên Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal, danê vê sibehê ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. -
Tecrîd li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin
Tecrîdkirina Ocalan li ber Parlamenta Hannoverê hate şermezarkirin û bang li Ewropayê hate kirin ku berpirsyariyên xwe bi cih bîne. -
'Bijî berxwedana bi rûmet a dayikan'
Ozhan Ceyhan ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguherande ser rojiya mirinê ji Yenî Ozgur Polîtîkayê re nivîsî. -
Şehîdên Berxwedana Serdemê li Lîmassolê hatin bîranîn
Şervanên ku li Efrînê di dema êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li bajarê Lîmassol ê Qibrisê hatin bîranîn. -
Tecrîd li Stockholm, Basel, Koln û Rennesê hate şermezarkirin
Ji bo xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîdkirina Ocalan pêk tên, li bajarên Stockholm, Basel, Koln û Rennes ên Ewropayê çalakî pêk hatin. -
'Şahidiyê ji bedewiya dilnizmî û berxwedanê re dikim'
Berxwedana M. Alî Koçak a li dijî tecrîdê, 92 roj in li Cenevreyê didome. Ji şopdarên berxwedanê Salîh Saglam got, "Bi mirovan zehmet were jî, di şexsê hevalê Mehmet Alî de şahidiyê ji kesayetiya dilnizm û bedewiya berxwedanê re dikim." -
Parêzer Arksak: Em bi dayikan re ne
Ji parêzeran Mûrat Arksak ku tevî dayikên girtiyan ên li ber Girtîgeha Bakirkoyê hefteya bihurî bi lêdanê hatin destgîrkirin anî ziman ku wê her tim bi dayikan re bin. -
ROJEVA 22'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 22'ê Gulana 2019'an. -
Malbatan li Gebzeyê got: Em ê sibe dîsa bên
Çalakiya dayikên berxwedêran a li ber girtîgeha Gebzeyê tevî astengiya polîsan jî pêk hat. Malbatan got, “Em ê sibe dîsa bên” -
3 girtiyên li Menemenê di grevê de rakirin nexweşxaneyê
3 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a li navçeya Menemen a Îzmîrê ji 1’ê Adarê û vir ve li dijî tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye rakirin nexweşxaneyê. -
Dayikên girtiyan li Amedê faks ji Wezareta Edaletê re şandin
Dayikên girtiyên ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ne, ji bo daxwazên girtiyan pêk bên li Amedê faks ji Wezareta Edaletê re şandin. -
Temellî: Li Xelfetiyê êşkence li Kurdan tê kirin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser êşkenceya li Xelfetiyê û xwest bila tecrîd were rakirin. -
Malbatên girtiyan meşiyan
Xizmên girtiyan ên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, xwestin li ber Girtîgeha Bakirkoyê çalakiya rûniştinê bikin lê polîsên Tirk destûr nedan. Malbatan li ser vê yekê heta meydana Şîrînevlerê meşiyan. -
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
KON-MED û ATÎK: Em tevlî meşa li Brukselê bibin
KON-MED û ATÎK'ê ji bo meş û mîtînga 22'ê Gulanê ya li Brukselê banga tevlîbûnê kirin. -
Çelîk ê HDP'î û wekîlên Ewropayî: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk ji welatên Ewropayê xwest ku li dijî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê. Wekîlên Swêdî jî xwestin, tecrîd tavilê bi dawî bibe. -
HDP: Li Xelfetiyê barbarî tê kirin
Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan a û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir, li Xelfetiyê li dijî gel êşkenceya bi barbarî hatiye kirin. -
Nobedarên vê hefteyê endamên Tevgera Jinan a Parîsê ne
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku çalakiya herî demdirêj a Kurdên li Ewropayê ye, di hefteya 361'ê de bi koma nû didome. -
'Berxwedan ji bo bidawîkirina tecrîdê ye, ne ji bo hevdîtinekê ye'
"Bidawîkirina tecrîdê ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Berxwedêr û gelê Kurd ji bo hevdîtineke bi parêzeran a jî malbatê li ber xwe nadin. Ji bo tecrîd bi temamî bi dawî bibe li ber xwe didin." -
KCDK-E’yê ji bo mîtînga li Brukselê banga tevlêbûnê kir
KCDK-E’yê ji bo mîtînga li Brukselê ya di 22’ê Gulanê de banga tevlêbûnê kir. KCDK-E’yê got ku “Em bang li hemû kesên bihistyar dikin ku bila tevlî vê mîtîngê bibin.”