ROJANE
Hemû Nûçe
-
Berxwedêrê greva birçîbûnê Yûsûf Îba rakirin nexweşxaneyê
Çalakgerê greva birçîbûnê Yûsûf Îba ku li bajarê Toronto yê Kanadayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber xwe da, piştî ku dest ji grevê berda ji ser hişê xwe çû û ew rakirin nexweşxaneyê. -
'Girtî bi derengî tên dermankirin'
Serokê Şaxê Edeneyê yê ÎHD'ê Îlhan Ongor diyar kir, ew bi girtiyên li girtîgehên Çûkûrovayê re hevdîtinan dikin û got, tedawiya girtiyên ji greva birçîbûnê derketine bi derengî tê kirin. -
'Veguhestina girtiyan ji bo nexweşxaneyê veguheriye êşkenceyê'
Seroka TÎHV'ê Pispora Tipa Edlî Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci got, veguhastina girtiyên dawî li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê anîne ji bo nexweşxaneyan, veguheriye êşkenceyê. -
ROJEVA 30'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 30'ê Gulana 2019'an. -
Li Amedê tedawiya 27 girtiyan didome
Li Amedê girtiyên ku rakiribûn nexweşxaneyê, 9 jê tedawiya wan qediya. Tedawiya 27 girtiyan jî didome. -
Heyeta Şopandina Greva Birçîbûnê: Divê rêbera tedawiyê pêk were!
Heyeta Şopandina Grevên Birçîbûnê têkildarî girtiyên rakirine nexweşxaneyê agahî da. Heyetê bal kişand li ser mûayeneya bi kelepçê ya girtiyan û banga ‘li gorî hiqûqê tevbigerin’ kir. -
Rûniştina doza Guven hate kirin
Rûniştina doza Leyla Guven li Amedê hate kirin. Heyeta dadgehê daxwazên parêzeran red kir û rûniştin taloq kir. -
Li Qereyaziyê kesek hate girtin
Hêzên rejîma AKP’ê li gundekî yê navçeya Qereyazî ya Erziromê 4 kes destgîrkirin. Ji 4 kesên hatine destgîrkirin kesek hate girtin. -
Malbatên polîs û leşkerên ku HPG’ê ew dîl girtine, bi ÎHD û HDP’ê re civiyan
Malbatên polîs û leşkerên ku HPG’ê ew dîl girtine, bi ÎHD’ê re civiyan û bangî raya giştî û dewletê kirin. Malbat çûn serdana HDP’ê jî. -
Konseya Ewropayê: Bila pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike
Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Liliane Maury Pasquier diyar kir, bidawîbûna grevên birçîbûnê cihê kêfxweşiyê ye û xwest, "pêvajoya aştiyê" ji nû ve dest pê bike. -
Li Efrîkayê nêçirvaniya fîlan kêm bûye, lê ne bes e
Li Efrîkayê nêçirvaniya fîlan di sala 2011’î de derketibû rêjeya herî zêde. Lê belê piştî wê ev demeke kêm bûye. Ev pêşketineke baş be jî ne bes e. Lewre fîl, bi metirsiya tinebûnê re rû bi rûne. -
Jinên Êzidî giliyê hikumeta Merkel kirin
Federasyona Meclîsên Jinên Êzidî yên li Elmanyayê giliyê hikumeta federal a Elman kir, ji ber ku çeteyên DAÎŞ'ê yên Elman ên di destê YPG'ê de ne venagerîne Elmanyayê û xwe nade ber darizandina wan. -
'Divê çalakger li nexweşxaneyê bên dermankirin'
Serokê SES'ê Şaxê Edeneyê Mûzaffer Yuksel nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên rêveberiyên girtîgehan da ku digotin, 'tedawiya girtiyan wê li revîreya girtîgehan bê kirin' û got, tedawiya çalakgeran ne li girtîgehê, divê li nexweşxaneyê bê kirin. -
Kurdistanî serdana Tûzak û Xelîl dikin
Ji berxwedêrên greva birçîbûnê Mele Mûstafa Tûzak û Şiyar Xelîl li nexweşxaneyê tên dermankirin. Kurdistanî jî serdana wan dikin. -
ROJEVA 29'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 29'ê Gulana 2019'an. -
Girtiyên MLKP'ê: Ev serfirazî mizgîniya serfiraziyên nû ye
Girtiyên MLKP'ê berxwedana li dijî tecrîdê ku 200 rojan dom kirî û bi serfiraziyê bi encam bû slav kir. -
'Divê girtî li nexweşxaneyan bên dermankirin'
Maseya krîzê ya ku ji rêxistinên tenduristî û rêxistên mafên mirovan pêk tê ragihandin ku girtiyên çalakiya greva birçîbûnê bidawî kirin divê li nexweşxaneyan werin dermankirin. -
Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li dozgeriyê dan. -
Veguhastina berxwedêran ji bo nexweşxaneyan didome
Girtiyên ku li dijî tecrîdê bi ser ketin, ji bo nexweşxaneyan tên veguhastin. Hate ragihandin, li hin deveran girtî nayên veguhastin. Li Tekîrdagê jî personelekî tenduristiyê nîjadperestî li girtiyan kir. -
Çîçek: Peyama Ocalan ji bo civakê ye
Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek got muxatabê peyama Ocalan en desthilatdarî lê hemû beşên civakê ye. -
Partiya Çep a Swêdê çalakgerên greva birçîbûnê pîroz kir
Partiya Çep a Swêdê berxwedêrên greva birçîbûnê pîroz kir yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kiribûn. -
Komîteya Zindanan: Pêngava me derbasî qonaxeke nû bû
Komîteya Zindanan a PKK-PAJK'ê diyar kir, greva birçîbûnê bi ser ketiye û ragihand, "Wezîfeya me ya ji niha û pê ve ew e ku li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê têkoşînê bi ser bixînin. Pêngava me ya berxwedanê bi dawî nebûye, derbasî qonaxeke nû bûye." -
Evîn Încîr bû parlementera Parlementoya Ewropayê
Evîn Încîr (34) a ji Amedê, di hilbijartina Parlementoya Ewropayê ya di 26’ê Gulanê de li ser navê Partiya Karkerên Demokrat a Swêdê (SAP) ji bo parlementeriyê hate hilbijartin. -
Moînî: Li Rojhilat û Îranê şertên awarte tên avakirin
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Moînî diyar kir ku bûyerên li Rojhilata Navîn tên jiyîn, ‘pêvajoyeke krîtîk e’ -
Bîranînên ji bo 'Şehîdên meha Gulanê' didomin
'Şehîdên meha Gulanê' li bajarê Duisburgê hatin bîranîn.