ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Sûdanê di qetlîamê de herî kêm 35 kes mirin
Li Hartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, rêveberiya darbeya leşkerî êrîşî gel kir ên ku çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Di êrîşê de herî kêm 35 kes mirin. -
HDP'ê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir
HDP’ê bi peyameke nivîskî cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir, “Bi saya berxwedanê piştî salên dirêj bi hêviya cejnên ku em xeyal dikin, cejnê pêşwazî dikin.” -
Di meha Gulanê de çi hate serê rojnamegeran?
Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin û 2 rojnameger jî hatine girtin. -
Kongreya 'jinûve avabûna Dersimê' ava bû
Cemiyeta Jinûve Avabûna Dersimê, di kongreya xwe ya 5’an de biryar girt ku navê xwe bike ‘Kongreya Jinûve Avabûna Dersimê’. Hulya Yer û Alî Çatakçin bûn hevserokên kongreyê. -
Koçak piştî tedawiyê vegeriya St. Gallenê
M. Alî Koçak ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 rojan di greva birçîbûnê de bû, piştî kontrola tenduristiyê vegeriya bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê. -
Nobeda Azadiyê 363 hefte ne didome
Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, didome. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatine. -
Noran Cortinas: Dilsoziya Leyla bandor li min kir
Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas diyar kir, dilsoziya Leyla Guven a bi têkoşînê re gelekî bandor li wê kiriye û got, ew gelekî ji gelê Kurd hez dike. -
ROJEVA 4'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîrana 2019'an. -
HDP’ê qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir
HDP a qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir got: “Qetilkirina 13 welatiyên sivîl şermezar dikin, hewldana darbeyê jî red dikin.” -
Ji bo darezandina DAÎŞ’iyan li Stockholmê civînek hate kirin
Pisporên ji 11 welatên Ewropayê, bi armanca darezandina çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava di destê YPG’ê de gotûbêj bikin, li paytexta Swêd Stockholmê civînek lidarxistin. -
Baroya Rihayê: 4 sal in êşkence bi sîstematîk tê kirin
Baroya Rihayê piştî êşkenceya li navçeya Xelfetî ya Rihayê raporek weşand û ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve êşkence li herêmê bi sîstematîk tê kirin. -
Karsazên Kurd Bûldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Îsraîlê bombe li Sûriyeyê barand: 15 kes mirin
Artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de bombe li gelek nuqteyên hêzên rejîma Beşar El Esad ên li nava Sûriyeyê barand. Tê gotin ku herî kêm 15 şervanên alîgirê rejîmê mirine. -
KONGRA GEL bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi peyameke nivîskî cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku cejn, bibe sedema aramî û aştiya herêmê.” -
‘Lîstik’a artêşa Tirk: Operasyona Pençeyê
Artêşa Tirk vîdeoya lîstikeke komputerê wekî dîmenên operasyona Pençeyê nîşan da. -
Malbatan xwestin bi wesîleya cejnê biçin Îmraliyê
Malbata Ocalan û malbatên 3 girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê, ji bo Cejna Remezanê xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Li Yewnanîstanê di hilbijartinên xwecihî de rastgir bi ser ketin
Li Yewnanîstanê di hilbijartinên xwecihî de ku roja Yekşemê pêk hatin, paytext Atîna jî di nav de hema bêje li hemû herêman rastgir bi ser ketin. -
NCDK a Malmo hate vekirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a bajarê Malmo yê Swêdê, bi merasîmeke bi beşdariya Kurdistanî û Swêdiyan hate vekirin. -
ROJEVA 3'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 3'ê Hezîrana 2019'an. -
Li 3 navçe û bajarokekê hilbijartin hate nûkirin
Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) li bajarokê Kesmetepe yê navçeya Besnî ya Semsûrê, navçeya Keskin a Kirikkale, navçeya Yûsûfelî ya Artvîn û navçeya Honaz a Denîzliyê hilbijartina 31’ê betal kiribû, îro hilbijartin hate nûkirin û dengdayîn bi dawî bû. -
Der barê Bûldan û Ûca de fezleke hate amadekirin
Der barê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Parlamenter Feleknas Ûca de fezleke hate amadekirin. -
'Eger tedawîkirin bi têrkerî nebe, wê pirsgirêkên giran rû bidin'
Rêvebera ÎHD'ê Nûray Çevîrmen bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên piştî bidawîbûna grevên birçîbûnê û diyar kir, eger çalakgerên greva birçîbûnê bi têrkerî neyên dermankirin dibe ku pirsgirêkên mezin rû bidin. -
Şiyar Serxwebûn li Berlînê hate pêşwazîkirin
Şiyar Serxwebûn ku ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 17'ê Kanûna 2018'an dest bi greva birçîbûnê kir, li Berlînê ji aliyê Kurdan ve bi girseyî hate pêşwazîkirin. -
ROJEVA 2'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 2'ê Hezîrna 2019'an. -
Nûçe Ciwan carekî din dîsa hate girtin
Ajansa Nûçe Ciwan carekî din ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate girtin. Ev bu cara 32’an Ajansa Nûçe Ciwan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tê astengkirin.