ROJANE
Hemû Nûçe
-
Başaran û Taşdemîr ên HDP’yî dest danîn ser kursiya Meclîsê
Parlementerên HDP’ê Ayşe Adar Başaran û Dîlan Dîrayet Taşdemîr ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê kursiyê Meclîsê dagir kirin. -
Ciwanên Welatparêz û Şoreşger dagirkerî û tecrîd şermezar kirin
Ciwanên Welatparêz dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistan, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştevanîkirina bi grevên birçîbûn û rojiya mirinê re çalakiyek kirin. Her wiha Ciwanên Şoreşger jî li Kerkûkê ala Tirk şewitandin. -
Dayikên li Gebzeyê, li gel astengiya polîsan jî hatin cem hev
Çalakiya nobetê ya dayikên girtiyan li Gebzeyê li gel astengî û gefên polîsan jî berdewam kir. -
Dayikên Çarikspî: Hûn çima ji me ditirsin?
Çalakiya dayikên girtiyan a li Amedê kete roja 14'an. Dayik li gel terora polîsên Tirk jî çalakiya xwe didomînin û gotin ew xwedî li berxwedana zarokên xwe derkevin. -
Bûldan: Em ê tecrîdê bi hev re bi dawî bikin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan got, "Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe. Pirsgirêk pirsgirêka gelên Tirkiyeyê hemûyan e, lewma em ê tecrîdê bi hev re bi dawî bikin." -
Dayikên Çarikspî li Meclîsê rûniştin
Dayikên girtiyên siyasî ku zarokên wan li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji bo ku bi Wezareta Dadê ya Tirk re rûnin li Meclîsê çalakiya rûniştinê dane destpêkirin. -
Dayikên li Edeneyê: Divê tecrîd tavilê bi dawî bibe
Li Edeneyê dayikên girtiyan daketin qadan û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê. -
Li Îzmîrê 5 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li ser rêveber û endamên HDP’ê de 5 kes hatin girtin. -
Li Whatsappê deqsaziya sîxuriyê ya Îsraîlê
Eşkere bû, ji ber valahiyeke ewlehiyê, deqsaziyeke (software) sîxuriyê ya Îsraîlê li Whatsappê hatiye bicihkirin. Whatsappê bang li 1.5 milyar bikarhênerên xwe kir ku bernameyê nû bikin. -
Çeteyên li Îdlîbê: Erdogan em firot
Çeteyên Tirkiyeyê yên li Îdlîbê dest bi mikurhatinên ‘Erdogan em firotin’ kirin. -
Nûçe Ciwan li Tirkiyê dîsa qedexekirin
Ajansa Nûçeyan a Nûçe Ciwan van 10 rojên dawî ev bû cara duyan ku ji hêla deweta Tirk ve tê qedexekirin. -
Namzetê PE'yê Lugano li Romayê mîtîng pêk anî
Namzetê Parlamenta Ewropayê (PE) Mimo Lugano, li Romayê mîtîngek pêk anî. Kurdistanî jî tevlî mîtînga wî bûn. -
Li Hollandayê çalakiya bi xavikên spî
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, jinan xavikên spî dan serê xwe û tecrîd şermezar kirin. -
Berxwedan azad dike
Kardo Bokanî yê ji Rojhilatê Kurdistanê yê ku li Strasboûrgê 149 roj in di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku divê pêngava dayikan were xurtkirin. Çalakger Mûhammed Ghaderî jî diyar kir ku çalakiya wan li Rojhilatê Kurdistanê deng vedaye. -
Bombeya deng avêtin qereqola li Seyhanê
Komek ji ciwanan, li Seyhanê bombeya deng avêtin qereqola polîsan. -
Xizmên berxwedêran: Çalakî rewa ye, em piştgiriyê didin
Nacî Sumelî ku kure wî di greva birçîbûnê de ye û Sûat Gunana ku birayê wî di greva birçîbûnê de ye, dan xuyakirin ku grev rewa ne û wê heta dawiyê piştgiriyê bidin wan. -
ROJEVA 14'Ê GULANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Gulana 2019'an. -
Polîsan êrîşî çalakiya dayikan a Esenyûrtê kirin: 16 kes destgîrkirin
Polîsên ku êrîşî çalakiya nobedê ya bi aramanca xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya Esentûrtê kirin, 16 kes destgîrkirin. -
Dayikên li Emînun hatibûn destgîrkirin hatin berdan
Dayikên li Emînunu di çalakiyên piştevaniya berxwedêrên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn hatibûn destgîrkirin, hatin berdan. -
Yên li Emînunu û Bakirkoyê hatin destgîrkirin sewqî edliyeyê kirin
Yên li Emînunu û Bakirkoyê ji bo xwedî li berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê û rojiya mirinê yên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hatibû destgîrkirin sewqî edliyeyê hatin kirin. -
Malbatên girtiyan li Gebze û Bakirkoyê li ber xwe didin
Li Gebze û Bakirkoyê berxwedana malbatan didome yên ku zarokên wan ji bo rakirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. -
Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan. -
'Hevdîtinê nîşan da ku li pêşiya rakirina tecrîdê astengî nîne'
HDP'ê destnîşan kir ku pêkhatina hevdîtina 2'ê Gulanê nîşan dide, li pêşiya bidawîkirina tecrîdê ti astengî nîne û bang kir, ku tecrîd bi temamî bi dawî bibe û di vê mijarê de garantî bê dayin. -
Li gorî Londrayê ‘dibe ku’ li kendavê şer çêbibe
Brîtanyaya Mezin ji ber krîza di navbera DYE û Îranê diyar kir ‘dibe ku’ li kendavê şerek çêbibe. -
Li Luzernê greva birçîbûnê ya sê rojan dest pê kir
Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir ku wê sê rojan bidome.