ROJANE
Hemû Nûçe
-
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' di hefteya 373'an de ye
Çalakgerên vê hefteyê yên nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ya li ber avahiya Konseya Ewropayê sê Kurdistaniyên ji bajarê Giessen ê Elmanyayê ne. -
Tovên Şoreşa Rojava li Swîsreyê tên çandin!
Ji bo şervanên enternasyonalîst ên li Rojava şehîd bûn li herêma Mont-Soleîlê ya bajarê Saînt-Îmîer ê Swîsreyê ku weke qada tevgerên anarşîst ên navneteweyî tê naskirin, wê dar bên çandin. -
ROJEVA 13'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 13'ê Tebaxa 2019'an. -
Malbat bi Ocalan re civiya
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên din yên li Îmraliyê bi malbatan re civiyan. -
Heyeta DYE’yê li Rihayê ye
Li gorî rejîma Tirk, heyeta DYE’yê ya ji 6 kesan pêk tê di çarçoveya gotubêjên “Herêma Ewle” de gihişt Rihayê. -
HSK'ê alîkariya qurbanê gihand xelkê Efrînê û deverên wêrankirî
Heyva Sor a Kurdistanê (HSK) alîkariyên Cejna Qurbanê ji xelkê Efrînê yê li herêma Şehbayê û ji xelkê Bakûrê Kurdistanê yên li deverên wêrankirî re şand. -
HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li Alapli da ser milê xwe
Milîsên Tolhildanê yên Nûbar Ozanyan ên HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li dijî febrîqeyeke Erçal a li navçeya Alapli ya Zongûldakê dan ser milê xwe. -
Kaya ku wesayita parlamenter lê qelibî jiyana xwe ji dest da
Wesayîta parlamenterê Partiya Iyiyê Zekî Hakan Sidali li ser rêya Îzmîr û Aydinê li Beşîr Kaya qelibî. Kaya jiyana xwe ji dest da. -
Gerîla: Pêngava 15’ê Tebaxê bû ronahiya mirovahiyê
Pêngava 15'ê Tebaxê li Kurdistanê ji destpêkirina şerê çekdarî, heta roja îro bû çavkaniya berxwedanê. Gerîlayên HPG û YJA Starê ku li hember dagirkeriyê berxwe didin sala 36’an a pêngava 15’ê Tebaxê nirxandin. -
HBDH'ê berpirsyariya çalakiya li Akşehîrê da ser milê xwe
HBDH'ê ragihand, li Akşehîrê çalakiya 10'ê Tebaxê ya li djî konvoya leşkerî ya ji 8 wesayitan ji aliyê hêzên wan ve hatiye kirin. -
Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Malbata Ocalan û girtiyên din ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin. -
Fermandarên HPG'ê li Lavrîoyê hatin bîranîn
Li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê ji kadroyên girîng ên tevgera azadiyê ya Kurdistanê Atakan Mahîr, Huseyîn Mahîr û Sari Îbrahîm hatin bîranîn. -
ROJEVA 12'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 12'ê Tebaxa 2019'an. -
Dagirkeriya dewleta Tirk li Ewropayê hate şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê li Ewropayê bi çalakiyan hatin şermezarkirin. -
KCDK-E'yê bi wesîleya cejnê peyamek weşand
KCDK-E'yê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke nivîskî weşand û li alema Îslamê cejn pîroz kir. -
Hevserokên HDP’î hatin girtin
Hevserokên HDP’ê yên Mûşê Ferhat Çaki û Mûhlîse Karaguzel hatin girtin. -
Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş xwînê vedireşe!
Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê ku her du destên wî tune, niha jî xwîn vedireşe. Ligel ku Saziya Tipa Edlî rapora tehliyekirinê daye wî jî, Aktaş nayê berdan. -
‘Girtiyên nexweş Aktaş berdin’
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê di ‘Rûniştina F’ a 385’an de bal kişandin ser rewşa Engîn Aktaş ê pir nexweş e, daxwaz kirin ku bila hemû girtiyên nexweş bên berdan. -
Malbat ji bo xizmên xwe yên dewletê ‘windakirîn’ hatin ba hev
Malbat li Amed, Êlih û Îzmîrê lêgerîna edaletê ya ji bo xizmên xwe yên ji aliyê hêzên dewletê ve hatine ‘windakirin’ dewam dike. -
CÎK: Bi hêviya cejnên ku zordarî qediyayî
CÎK'ê Cejna Qurbanê pîroz kir û got, ''Bi hêviya cejnen ku mirov nema bimirin, bi azadî û jiyana bi xwîşk û biratiyê''. -
HDP’ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand
HDP’ê ji bo Cejna Qurbanê peyamek weşand û xwest ku bila cejn bibe wesîleya aştî, edalet, demokrasî û wekheviyê. -
Qerdiyanan li girtiyê nexweş dan, bi erdê ve kaş kirin
Li Girtîgeha Osmaniye, piştî ku girtiyê nexweş Sabrî Kaya qebûl nekir li ser piyan girtî hijmara xwe bibêjin, qerdiyanan li Kaya wan û ew bi erdê ve kaş kirin. -
ROJEVA 10'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 10'ê Tebaxa 2019'an. -
Hevşaredarê HDP’yî ji kar derxistin
Wezareta Karê Navxweyî ya Tirk Hevşaredarê Ebexê yê HDP’yî Farûk Demîr bi biryarekî “keyfî” ji kar derxist. -
Li Tetwanê 3 HDP’î hatin girtin
Hevserokê HDP’ê yê navçeya Tetwanê Bûrak Ballioglû, endamê Meclîsa Giştî ya bajar Medenî Yalçinkaya û Ozgur Akbay ên berî niha bi 3 rojan li Bedlîsê di serdegitinên malan de hatin destgîkirin, hatin girtin.