ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Amedê hiqûqnasan jî li hemberî xespkirina şaredariyan çalakî li dar xistin
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê li Amedê bi daxuyaniyekê xespkirina şaredariyên Amedê protesto kirin. -
Roja 3'an berxwedana Amedê: Mirov hatin destgîrkirin û birîndar hene
Parlementerê HDP’ê Ridvan Tûran di çalakiya protestoyê de, polîsan êrîşî wî kir. -
Li Enqereyê 44 saziyan gotin: Ev rê rêya faşîzmê ye!
Li Enqereyê 44 partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, rêxistinên pîşeyî dagirkeriya qeyûm şermezar kirin û gotin, "Ev rê rêyeke xitimiye, rêya faşîzmê ye." -
‘AKP ji bo ku rastiyê veşêre 6 hempîşeyên me destgîr kir’
Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê diyar kir ku AKP nahêle rastî were dîtin û 6 rojnameger destgîr kirine. -
Suryaniyan bang kirin: Hevdîtinên bi Tirkiyeyê re rawestînin
Rêxistinên Asûrî-Suryanî yên li Swêdê li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê derketin û bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin ku hevdîtinên bi Tirkiyeyê re yên ji bo endametiyê rawestîne. -
Ozguneş: Darbeya qeyûm parçeyek ji Plana Çokşikandinê ye
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş got darbeya qeyûm parçeyek ji Plana Çokşikandinê ye û got, divê bêyî ku bi derengî bikeve li dijî faşîzmê yekîtiyek were çêkirin. -
Siyasetmedarên Elman li dijî qeyûman helwest nîşan dan
Siyasetmedarên Elman û saziyên civaka sivîl li dijî qeyûmên ku anîn ser şaredariyên HDP'ê helwest nîşandan. Wekîlê Partiya Çepgir Mîchel Brandt û IPPNW ji Wezîrê Karê Derve Maas re name şandin û xwestin ku zexta siyasî li rejîma Erdogan were kirin. -
Ji Brezîlya û Arjantînê piştgiriya ji bo Kurdan
Ji partiyên çep ên Brezîlyayê PSOL û ji sendîkayên sereke yên li Arjantînê CTA daxuyanî weşandin û diyar kirin ku ew piştevaniya HDP'ê û gelê Kurd dikin. -
Aştîxwazên Arjantînî ji bo HDP'ê banga piştgiriyê kirin
Xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê yê Arjantînî Adolfo Perez Esquivel û ji dayikên Plaza de Mayo Nora Cortinas û Mirta Baravalle li dijî desteserkirina şaredariyan ji bo gelê Kurd û HDP'ê banga piştgiriyê kirin. -
ROJEVA 21'Ê TEBAXA 2019'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Tebaxa 2019'an. -
Li Stenbolê polîsan êrîş bire ser xwepêşandana li dijî qeyûman
Polîsan bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîş bire ser xwepêşandana HDP’yiyên li Kadikoyê xespkirina şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve. Di êrîşê de gelek kes hatin destgîrkirin. Her wiha keseke ku nasnameya wî nehate zanîn hate kêrkirin. -
Çanakkale, Tûrgûtlû û Cizîr li dijî qeyûman rabûn
HDP’iyan li dijî desteserkirina 3 şaredariyên Amed,Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve li Çanakkale, Tûrgûtlû ya Manîsa û Cizîrê daketin qadan û gotin: “Bêdeng nebim, bêdengî tê wateya erêkirinê.” -
TYS: Wijdan nayên bêdengkirin
Sendîkaya Nivîskarên Tirkiyeyê (TYS) ya ku nerazîbûn nîşanî desteserkirina 3 şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê da got: “Çi dikin bila bikin nikarin mirov û wijdanên ku dixwazin rastiyan ji bo civakê ragihînin bêdeng bikin.” -
Îmamoglu: Her kes divê hedê xwe zanibe!
Şaredarê Şarederiya Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu desteserkirina sê şaredariyên HDP'ê 'bi tundî' şermezar kir û got, ''Her kes divê hedê xwe zanibe''. -
9 rêxistinên civaka sivîl banga ‘berxwedana demokratîk’ kirin
Li Stenbolê 9 rêxistinên civaka sivîl dagirkeriya qeyyûman şermezar kirin û banga berxwedana demokratî kirin. -
Li Stenbolê êrîş birin ser parêzer û wekîlan
Li Edliyeya Çaglayanê parêzer û wekîlan xwestin ku dagirkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê şermezar bikin. Polîsan êrîş birin ser wan. -
Buldan: Em ê hişmendiya qeyûm têk bibin
Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan li dijî dagirkirina şaredariyên mezin ên HDP'ê li Stenbolê axivî û got, ''Em ê hişmendiya qeyûman bi mîsogerî têk bibin.' -
Amed li ber xwe dide, Waliyê mêtinger qedexe anî
Li Amedê li dijî terora qeyûman berxwedan didome. Polîsên Tirk êrîşê bi ser gel de dibin. Gel li Amedê ber bi Parka Koşuyoluyê ve dest bi meşê kir. -
Nerazîbûna Konseya Ewropayê ya li dijî desteserkirina şaredariyan
Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Xwecihî ya Konseya Ewropayê (KONGRE) nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP'î da û diyar kir, pratîkeke bi vî rengî zerareke mezin dide karê baş ê demokrasiya xwecihî. -
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî lê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo serlêdana bi muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. -
Katircioglû: Desthilatdariyê dawiya xwe anî
Parlementerê HDP’ê Erol Katircioglû diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê bi xespkirina îradeyê dawiya xwe aniye û got “Dewlet dûrî rasyonelîteyê ye. Rêzdar Ocalan dîsa bi tespîtên xwe mafdar derket.” -
Temellî: Hewldanên wan bi kêr nayên
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî anî ziman, rewşa heyî ya desthilatdariyê nîşan dide ku Rêya Sêyemîn mafdar û rewa ye û got, "Em tundiya êrîşê fêhm dikin, ji ber ku bêçare ne. Hewldanên wan ên rabûna li ber herikîna dîrokê bêkêr in." -
DÎK: Qeyûm şerê li dijî vîna gel û vîna îlahî ye
Hevseroka DÎK'ê Huda Kaya got, ''Qeyûmtî ne tenê li dijî vîna gel, li dijî vîna îlahî jî şer e''. -
Destgîrkirina Karahan li qada navneteweyî hate şermezarkirin
Sendîkaya Neteweyî ya Rojnamevanan û rojnameya Morning Star ên Îngilistanê destgîrkirina edîtora Ajansa Mezopotamyayê (MA) Ziyan Karahan şermezar kirin. -
Polîsan girtin ser mala Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca
Polîsan girtin ser mala li Stenbolê ya Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca.