ROJANE
Hemû Nûçe
-
Metirsî heye ku Kemal Hesen Remezan bê bidarvekirin
Girtiyê siyasî yê Kurd Kemal Hesen Remezan ku rejîma Îranê cezayê darvekirinê lê biriye, îro danê sibê ji beşa girtiyên siyasî ya girtîgeha Ûrmiyê veguhestine cihekî nediyar. -
FEDA'yê li dijî zilmê banga têkoşîna hevpar kir
FEDA'yê bal kişande ser qirkeriya siyasî û komkujiyên AKP-MHP'ê û got, ''Di pêla qirkirinê de Elewî jî di hedefê de ne'' û bangl i rewşenbîr, demokrat, şoreşgeran kir ku têkoşîneke hevpar bidin. -
Kartal: Divê Swêd ji gelê Kurd lêborînê bixwaze
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal piştî 34 salan, li ser girtiyan dosyaya Olof Palme got divê hikûmeta Swêd ji gelê Kurd lêborînê bixwaze. -
Ji bo tolhildana Şehîd Kasim Engîn rêze çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîdê YPS’ê Rêber Varto bi çalakiyan Engîn bibîr anî. Yekîneya Tolhildanê ya li 3 bajaran çalakî kir got: “Wê hesabê her êrîşekê bê pirsîn.” -
ROJEVA 13'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê. -
Dozger seneryoya ‘paketên alîkariyê'’ nivîsî û HDP’î destgîrkirin
Li Ceyhanê 4 HDP’î bi hinceta ku paketên alîkariyê belavkirine hatin destgîrkirin. Dozger îdîaya kir ku ‘alîkarî dane PKK’yiyan’. -
Li Dîlok dibistana navîn û li Stenbolê jî depoyeke ya pakêtkirinê şewitandin
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Dîlokê dibistaneke navîn û li Stenbolê depoyeke ya paketkirinê şewitandine. -
Kasim Engîn wê li Swîsreyê bê bîranîn
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Kasim Engîn wê li bajarê Basel ê Swîsreyê bê bîranîn. -
Êrîşên sîstematîk ên li ser gorên Kurdan didomin
Dewleta Tirk êrîşên sîstematîk ên li ser gor û goristanên Kurdan didomîne. Dewleta Tirk a ku ev ev pelek e êrîşê dibe ser gorên şervanên azadiya Kurdistanê vê carê jî li Licê êrîş anî ser goran. -
Parlamenterê Swîsreyî: Erdogan şewbê li dijî Kurdan bi kar tîne
Parlamenterê Parlamenta Neteweyî ya Swîsreyê Denîs de la Reûssîlle destnîşan kir, ku Erdogan mîna dîktatorekî şewba Covîd-19 kiriye amûreke zordariyê ya li ser Kurdan û hemû beşên mûxalîf. -
Colemerg, Wan û Bedlîs ji Meşa Demokrasiyê re amade ne
Amadekariyên ji bo Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê didomin. Bajarên Serhedê ji meşê re amade ne. Tê payin ku meş û pêşwazî pir geş bin. -
Malbata Ocalan ji bo hevdîtinê serî li rayedaran da
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li rayedaran dan. -
Twîtterê 7 hezar û 340 hesabê têkilî AKP'ê da girtin
Platforma medyaya sosyal Twîtterê ragihand li Tirkiyê têkilî partiya desthilatê AKP'ê 7 hezar û 340 hesab da girtin. -
Wekîlên Swêdî: Divê PKK êdî ji lîsteyê bê derxistin
Parlamenterên Swêdî diyar kirin, ku piştî daxuyaniya rayedarên Swêdî yên li ser kuştina Olof Palme, ji bo PKK ji lîsteyên terorê bê derxistin divê Kurdên li Ewropayê bikevin nava liv û tevgerê. -
Festîvala Fîlmên Jinan îsal bi rengê onlîne tê lidarxistin
18'emîn Festîvala Fîlmên Jinan Fîlmmor wê di navbera 12-26'ê Hezîranê de bi rengekî onlîne pêk were. -
ROJEVA 12'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistanê, Tirkiye û Cîhanê. -
Di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Qubînê de hevserok hatin destgîrkirin
Polîsên girêdayî TEM’ê avêtin ser avahiya rêxistina HDP’ê ya Qubînê. Di serdegirtinê de hevşaredar jî di nav de hatin destgîrkirin. -
Li Mêrsînê 1 ducanî 1 astengdar 6 kes hatin destgîrkirin
Ji bo dosyaya 6 kesên ku berî niha 3 rojan li Mêrsînê di serdegirtina malan de hatibûn destgîrkirin, biryara sînordariyê hate danîn. Hate ragihandin ku ji kesên hatine destgîrkirin 1 jê ji sedî 52 astengdar û 1 jî ducanî ye. -
HDP’ê serdana ÎHD’ê kir û destek jê xwest
Heyetek ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Enqerê serdana Navenda Giştî ya ÎHD’ê kir, daxwaza piştevaniyê kir. -
Parêzer ji bo Tîmtîk û Unsal hatin gelhev
Parêzer ji bo hempîşeyên xwe Ebru Tîmtîk û Aytaç Unsal yên di rojiya mirinê de ne, hatin gelhev. -
Di operasyona li ser TÛAY-DER’ê de 4 kes hatin girtin
Li Amedê li ser TÛAY-DER’ê operasyonek hatibû lidarxistin. Di vê operasyonê de 4 kes hatin girtin. -
Însyatîfa Zarokên Agir li Gebzeyê fabrîqeyek ya paletan şewitand
Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku wan li navçeya Gebze ya Kocaeliyê fabrîqeyeke ya paletan şewitandiye. -
Bûldan ji bo ‘Meşa Demokrasiyê’ bang kir
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan diyar kir ku ew li hemberî desthilatdariya AKP û MHP’ê ne bêçare ne û bal kişand ser Meşa Demokrasiyê. -
Çeteyên dewleta Tirk li Kerkûkê êrîş birin ser hêzên Iraqê
Çavkaniyekî ji artêşa Iraqê ku nexwest navê xwe eşkere bike diyar kir ku duh bi şev çeteyên dewleta Tirk li bajarê Kerkûkê êrîş birine ser hêzên artêşa Iraqê û Heşdî Şebî. -
Yekîneyên Tolhildanê li ‘Baxçeyê Millet’ çalakiyeke bi bombe li dar xist
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Arîn Mîrkan û Şehîd Helmet li ‘Baxçeyê Millet’ a ku wê roja Pêncşemê li Başakşehîra Stenbolê bihata vekirin, çalakiyeke bi bombe li dar xist.