ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û cîhanê ya 18'ê Hezîrana 2020'an. -
Pêşengeha jinan bi belavkirina spasnameyan bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a jinan a li Silêmaniyeyê bi belavkirina spasnameyê bi dawî bû. -
Bûldan: Pêdivî bi helwesteke nû heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan çû serdana Yekîtiya Ji bo Demokrasiyê. Bûldan bal kişand ser girîngiya meşa wan û got ku “Pêdivî bi helwesteke nû heye.” -
Hamdî Gezmîşê birayê Denîz Gezmîş rehmet kir
Hamdî Gezmîş ê ku birayê Denîz Gezmîşê pêşengê nifşê 68’an e, rehmet kir. -
Êrişên dewleta Tirk li Barcelonayê hatin şermezarkirin
Bombardûmana ku dewleta Tirk li Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê, li bajarê Barcelona yê Katalonyayê hate şermezarkirin. -
Însiyatîfa Zarokên Agir keştiyek û wesayiteke luks şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir li Balikesîrê keştiyeke "faşîstan" û wesayiteke luks a "faşîstan" li Stenbolê şewitandin. -
Bûldan: Hewceyî bi aştiyê heye
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan serdana EMEP’ê kir. Bûldan got “Ji Edîrneyê heta Colemêrgê hewceyî bi aştiyê heye.'' -
Beştaş: Nikarin HDP'ê lawaz bikin, maske ji rûyê wan kete xwarê
Serokwekîla Koma HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku maskeya li rûyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ketiye xwarê û destnîşan kir ku wê nikaribin HDP'ê lawaz bikin. -
Ketin mala Eren Kesîn, gef xwarin!
Kes an jî kesên nenas ketin mala Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn û peyamên gefxwarinê li pey xwe hiştin. -
Yekîneyên Tolhildanê li Stenbolê û Çanakalayê çalakî kirin
Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Xelîl Çavgûn li Stenbolê û Çanakkalayê çalakî kirin, wesayitek û navenda perwerdehiyê ya Midûrtiya Giştî ya Karûbarên Daristanê şewitandin. -
Covîd-19: Hejmara qurbaniyên li DYE'yê ji yên Şerê 1'emîn ê Cîhanê bihurî
Li DYE'yê hejmara mirovên ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan, ji hejmara leşkerên di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dan bihurî. -
Fransa bûye qada şer
Ev serê çend hefteyan e li Fransayê çalakî hene. Ligel xwepêşandanên li dijî nijadperestiyê, xebatkarên tendirustiyê yên ku daketine qadan û li bajarekî jî şerê di navbera Çeçen – Magrebiyan de heye. -
Yekîneya Tolhildanê ya YPS-JIN 5 çalakî kirin
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Nûrcan Malatya YPS-JIN'ê li Stenbolê û Orduyê çalakî kirin. Yekîneyê got, ''Em ê dawî li rejîma AKP-MHP'ê bînin.'' -
Xwendekarên Swêdî tevlî kampanya piştevaniyê bûn
Li navçeya Soderhamn a Swêdê, xwendekarên du dibistanên seretayî, ji bo malbatên Amedî yên ku vîrûsa Covîd-19 bandoreke giran li wan kiriye, di çarçoveya kampanya dostaniyê de hewl didin 20 hezar kronî kom bikin. -
KNK'ê êrişên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar kir
Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê êrişên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tundî şermezar kir û bang li hikumeta Iraqê, hikumeta herêma Kurdistanê û saziyên mafên mirovan kir. -
'Çareseriyê bi rêya tecrîdê dixitimînin'
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, bloka desthilatdariyê li dijî çareseriya meseleya Kurd a bi rêbazên aştiyane, demokratîk û diyalogê ye û destnîşan kir, yên ku ji hewldanên çareseriyê yên Ocalan aciz in, tecrîdê giran dikin. -
Artêşa Tirk ji bejahî ve êrişê dibe ser Heftanînê
Artêşa Tirk a dagirker, li dijî Heftanînê dest bi operasyoneke bejahî kir. -
ROJEVA 17'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva sereke ya Kurdistan, Tirkiye û Cîhanê ya 17'ê Hezîrana 2020'an. -
Polîsan meşa HDP’ê ya li Esenyûrtê asteng kirin
Polîsan îro pêşiya ‘Meşa Demokrasiyê’ ya baskê duyem ê HDP’ê ku li bendê bû li Senbolê bike, asteng kir. -
Platforma Komeleyên Herêmî nerazîbûn nîşanî êrîşan da
Platforma Komeleyên Herêmî nerazîbûn nîşanî êrîşên desthilata AKP/MHP’ê da û peyama ‘Em serî natewînin’ da. -
5 kes ji ber çalakiyên ku bi zarokatî tevlî bûbûn hatin girtin
Li Edeneyê 5 kes, ji ber "çalakiyên ku bi zarokatî tevlî bûbûn" hatin girtin. -
Kurdên li Rûsyayê: Em bibin yek, rêyeke din nîne!
Kurdên li Rûsya û Civatên Dewletên Serbixwe êrişên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin û ji bo yekîtiyê bang kirin. -
ÎHD'ê nerazîbûn nîşan da: Nabe ku meş bê astengkirin
ÎHD'ê nerazîbûn nîşanî astengî û êrişên li dijî meşa HDP'ê da û diyar kir, "Nabe ku meş bê astengkirin." -
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Li dijî faşîzmê berxwedana seraqet!
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê: Em; hevrêyên Rêber Apo bang dikin ku em her kuçeyê bikin xelekek ji êgir, her taxê bikin keleha berxwedanê, li dijî faşîzmê li dora Roja xwe asê bibin, xeta berxwedaniya seraqet ava bikin û têkoşînê geş bikin. -
Parêzeran ji bo çûna Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.