ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dewleta Tirk li Orebro û Freîbûrgê hate şermezarkirin
Dewleta Tirk a dagirker ku bi operasyonên qirkirinê li Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike, li bajarê Orebro yê Swêdê û li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê hate şermezarkirin. -
Li Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê pêşangeha jin ên ciwan
Rêxistina Jin ên Ciwan ên Têkoşer, ji bo piştgiriyê ji hunera jinên ciwan û nasandina wê re bike,, li Çemçemal, Silêmanî û Helebçeyê bi dirûşmeya "Bi çavên jin ên ciwan jin û Kurdistan" pêşangeha wêneyan li dar xist. -
KCDK-E Başûr: Bi pêşengiya gerîla em ê li dijî faşîstan bi ser bikevin
KCDK-E Başûr bi daxuyaniyekê bal kişand ser berxwedana gerîla û serhildana gelê Başûr a li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û destnîşan kir, ku bi pêşengiya gerîlayên azadiyê wê li hemberî faşîzmê bi ser bikevin. -
Kasirga: Ji bo Swêd lêborînê bixwaze helwesteke hevpar a Kurdan divê
Serokê Koma Partiya Sosyal Demokrat a Karker a Şaredariya Stockholmê Kadîr Kasirga destnîşan kir, ku ji bo Swêd ji ber kuştina Palme ji Kurdan lêborînê bixwaze, divê partî û saziyên Kurd hemû helwesteke hevpar nîşan bidin. -
Bozgeyîk: Daneyên TUÎK'ê rast nînin
Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyîk diyar kir ku daneyên TUÎK'ê yên li ser bêkariyê rast nînin. -
Êriş li Graz, Bordeaûx, Oslo û Berlînê hate şermezarkirin
Li bajarê Graz ê Awûstûryayê, Bordeaûx ê Fransayê, paytexta Norwêc Osloyê û li paytexta Elmanya Berlînê Kurdistanî tevî dostên xwe daketin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. -
ROJEVA 21'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 21'ê Hezîrana 2020'an. -
‘Meşa demokrasiyê’ gihişt Enqereyê
‘Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê’ ya ku HDP’ê di 15’ê Hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê dabû destpêkirin gihişt Enqereyê. Hevserokên Giştî yên HDP’ê daxuyaniyeke hevpar dan. -
Baro li dijî desthilata AKP-MHP'ê dimeşin
'Meşa Berevaniyê' ya parêzeran didome. Serokê Baroyên Amed, Riha, Mêrdîn û Wanê li Rihayê kom bûn. Ber bi Enqerê ve meşiyan. -
Taloke li ser jiyana girtiyên nexweş Firat û Çelîk hene
Endamên ÎHD’ê di çalakiya “Rûniştina F” ya Stenbolê de, diyar kirin taleke li ser jiyana girtiyê nexweş Abdulkadîr Firat heye û li Îzmîrê jî bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Ridvan Çelîk xwestin ku were berdan. -
Hate destgîrkirin, ev 30 sal in agahî jê nayê
Dayikên Şemiyê li aqûbeta Adnan Bagça pirsîn, ku Bagca 11'ê Hezîrana 1990'î hate destgîrkirin û careke dî agahî jê nehate standin. -
Parlak: Muxalefet derî parlamentoyê dît ku dikare çi bike
Heverokê HDP'ê yê Enqerê Vezîr Çoşkun Parlak got Meşa Demkrasiyê nîşan daye li derî parlamentoyê jî mirov dikare muxalefetê bike. -
HDP: Neçareserî dibe sedema mezinbûna nijadperestiyê
HDP'ê bi wesîleya Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyek da û diya rkir, "Neafirandina çareseriyên mayinde dibe sedema zêdebûna cihêkarî û nijadperestiyê." -
HBDH: Li dijî dagirkeriyê em ala şoreşê ya yekbûyî bilind bikin
HBDH: Li her devera ku em lê ne divê derfetên xwe li dijî faşîzmê seferber bikin û ji bo têkbirina wê şer bikin. -
Li Edene û Stenbolê çalakî
Yekîneyên tolhildanê yên Şehîd Helîn Mûş, Şehîd Helmet û Şehîd Arîn Mîrkan çalakî kirin. -
Yolerî: Li girtîgehan bi her awayî zext û tundî tê kirin
Seroka ÎHD'ê ya Stenbolê Yolerî diyar kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê bi her awayî zext û tundî tê kirin. -
ROJEVA 20'Ê HEZÎRANA 2020'AN
Rojeva Navenda Nûçeyan a 20'ê Hezîrana 2020'an. -
Meşa Demokrasiyê gihaşte Edene
Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê gihaşte Edeneyê. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay got, ''Em berxwedana xwe dibine Enqerê.'' -
Hejmara kesên li Çewligê hatin destgîrkirin gihişte 10’an
Piştî di serdegirtina malan a li gundeke girêdayî Kanîreş a Çewligê ji heman malbatê 3 kes hatin destgîrkirin û şûnde, avêtin ser navenda navçeya Kanîreş û navenda Çewligê; 7 kesên din jî destgîrkirin. -
Bûldan: Meşa me wê teqez bi ser bikeve
Meşa Demokrasiyê ya HDP'ê dewam dike. Hevseroka Giştî Pervîn Bûldan li Sûltanbeyliyê axivî û got, "Meşa me wê bigihêje armanca xwe, wê teqez bi ser bikeve." -
Swêdî û Kurd: Divê PKK ji 'lîsteya terorê' bê derxistin!
Kurdan û siyasetmedarên Swêdî li Stockholmê di civînekê de ji hikumeta Swêdê xwestin, ku ji ber doza Palme lêborînê ji Kurdan bixwaze û PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' derxîne. -
Meşa Demokrasiyê li Stenbolê bi rengê mor xemilî
Baskê Edîrneyê yê 'Meşa demokrasiyê ya li dijî darbeyê' îro bi pêşengiya jinan bi rengê mor dewam dike. Konvoy bi rengê mor hate xemilandin. -
Serokên 45 baroyan ber bi Enqereyê ve dimeşin
Li dijî guhertina ku desthilatdariya AKP-MHP dixwaze di kar û sîstema hilbijartinê ya baroyan de bike, baroyên gelek bajaran ketin nava liv û tevgerê. -
Dewleta Tirk a dagirker li Saratovê hate şermezarkirin
Kurdên li herêma Saratovê ya Rûsyayê li hev kom bûn û êrişên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî gelê Kurd şermezar kirin. -
Gezen: Tevdîr ne li dijî şewbê ye, tevdîr li dijî mafên demokratîk e
Hevseroka KESK'ê Aysûn Gezen diyar kir ku desthilatdarî "şewbê" ji bo xwe weke firsendekê dibîne, hewl dide pê lêgerîna li maf bitepisîne û HDP'ê terorîze bike.