ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Ji bo windakirî bên dîtin û faîl bên darizandin wê têkoşîna me bidome‘
Di çalakiya ÎHD’ê ya Îzmîrê de, li aqûbeta 6 kesên li bajarokê Bêspîn ê Silopiyayê hatin destgîrkirin û wendakirin, hat pirsîn. -
Li Stenbol û Enqerê ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û gotin divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan. -
Li Rûsyayê dewleta Tirk a faşîst hat şermezarkirin
Kurdên li herêma Saratov a Rûsyayê dijîn hatin ba hev û bi çalakiyekê dewleta Tirk a dagirker û PDK şermezar kirin. -
Aydenîz: Ji bo şikandina tecrîdê em dimeşin Gemlîkê
Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya li Îmraliyê îro veguheriye şêweya rêveberiya Tirkiyeyê û banga tevlîbûna meşa Gemlîkê ya roja Yekşemê kir. -
Rewşenbîran ji bo rojnamegerên Kurd bang kirin
Rewşenbîran nerazîbûn nîşanî destgîrkirina rojnamegerên Kurd dan û bang li hemû kesî kirin ku li dijî desthilatdariya AKP-MHP bibin xwedî helwest. -
16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin
Li Stenbolê di operasyona qirkirina siyasî de 16 endamên GOÇÎZDER’ê hatin girtin. -
Bi zagon û destgîrkirinan zextê li rojnamegeran dikin
Serokê Giştî yê TGS’ê Gokhan Dûrmûş da zanîn ku li aliyekî 21 rojnameger tên destgîrkirin li aliyê din jî hewl didin bi zagona dezenformasyonê rojnamegertiyê bixin bin zextê û got "Ji ber vê yekê divê gel jî xwedî li mafê xwe yê nûçestendinê derbikeve." -
ROJEVA 11'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Kişanak: Hikûmet hatiye rewşekê ku alîkariyê ji sergoyê darbekaran dixwaze
Siyasetmedar Gultan Kişanak diyar kir ku li pişt heyeta dadgeha doza Kobanê "qesr" heye û got, "Em ê kesên ku dîrok berovajî dinivîsin teşhîr bikin da ku têbînîyeke rast li dîrokê binivîsînîn. Bila dadgeha we xwe ji navberê derxîne.” -
Êrîşên qirkirina siyasî li Tekîrdagê hatin protestokirin
Êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP û HDK’ê li Tekîrdagê hatin protestokirin. -
Gelê Çûkûrovayê ji meşa ber bi Gemlîkê re amadeye
Parlamenterê HDP’ê ya Edeneyê Kemal Pekoz, bal kişande ser girîngiya Meşa Gemlîkê û got: “Sedema krîzên li welat jî tecrîd e.” -
ESP: Em ê jî di 12’ê Hezîranê de bimeşin Gemlîkê
ESP’ê ragihand ku li dijî tecrîda li Îmraliyê ew ê di 12’ê Hezîranê de tevlî meşa Gemlîkê bibin û wiha got “Em bang li hemû kedkar û bindestan dikin ku tevlî meşê bibin.” -
Turkdogan: Ji xeynî komeke desthilatdariyê her kes wekî terorîst tên îlankirin
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan çû serdana Komeleya Rojnamevana a Dîcle Firatê ya ku polîsan girtibû ser û diyar kir ev êrîş nayê qebûlkirin. -
Ji Îzmîrê banga tevlîbûna 'Meşa Gemlîkê' hat kirin
Li Îzmîrê di civîna çapemeniyê de ji bo tevlîbûna "Meşa Gemlîkê" ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê lidarxistin, bang hate kirin. -
Polîsan bi dehan malzemeyên dijîtal ên rojnamegeran desteser kirin
Polîsên Tirk di 8’ê Hezîranê de li Amedê avêtin ser malên rojnamevanan û şîrketên produksiyonê. Bi dehan komputer, hard dîsk û kamera hatin desteserkirin. -
Rojnamevanên dîlgirtî: Em ê her binivîsînin
Rojnamevanên ku 3 roj in dîlgirtî ne, diyar kirin ku êriş li ser pîşeyê wan tê kirin û gotin, "Em ê her tim nûçeyan çêbikin." -
Başaran: Gelê me wê bimeşe Gemlîkê
Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê parastina Peymana Stenbolê bidomînin. Başaran bal kişand ser Meşa Gemlîkê û got, "Em qedexeyan nas nakin, gelê me wê ber bi Gemlîkê ve bimeşe." -
Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li dermanfiroşan derman nemaye
Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê bandoreke neyînî li sîstema tenduristiyê û sektora dermên kir. Ji ber zema zêde ya li dermên hate kirin û dermanên nayên peydakirin, dermanfiroş bêderman man. -
ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Heqîqet, di rewşa herî dijwar de parastina rastiyan e’
Komeleya Lêkolîna Heqîqetan a di Qada Çapemenî û Hiqûqê de bi daxuyaniyeke nivîskî destgîrkirinên rojnamevanan ên li Amedê şermezar kir û got; “Çapemeniya Azad çawa ku duh li hemberî ev êrîşan serî netewand wê îro jî netewîne.” -
Ata: Hêza jinên Kurd heye ku maskeya her kesî bixîne
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata anî ziman ku jinên Kurd tirsa rêvebirên vî welatî ne û got: “Hêza jinên Kurd heye ku maskeya her kesî bixîne. Em dikarin maskeya van şahidên veşarî jî bixînin, ji lew re tiştên em dikin hemû zelal in." -
‘Divê demildest rojnamevanên hatine destgîrkirin werin berdan‘
Konseya Çapemeniyê têkildarî destgîrkirina rojnamevan a li Amedê daxuyaniyek da û got: “ Destgîrkirina rojnamevanan nayê qebûlkirin û divê demildest rojnamevanên hatin destgîrkirin serbest werin berda.” -
Polîsan êrîşî xizmên girtiyan kir
Ji bo ku balê bikşînin ser binpêkirinên mafên girtiyan xizmên girtiyan xwestin li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bide. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û 5 kes destgîr kir. -
Rojnamevan xistin hucreyên yek kesî
Ji 21 kesên ku 20'ê wan rojnamevan in, ku doh di encama serdegirtina polîsên Tirk de li Amedê hatibûn destgîrkirin, xistin hucreyên yek kesî.