Li Rûsyayê dewleta Tirk a faşîst hat şermezarkirin

Kurdên li herêma Saratov a Rûsyayê dijîn hatin ba hev û bi çalakiyekê dewleta Tirk a dagirker û PDK şermezar kirin.

Çalakiyên protestokirina êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst li Kurdistanê û li derveyî welat bênavber didomin.

Kurdên li herêma Saratova Rûsyayê dijîn jî bi heman armancê hatin cem hev û bi çalakiyekê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla şermezar kirin.

Çalakvanan diyar kirin ku ev êrîşên ku di çarçoveya tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de pêk tên, hemû Kurdên li Kurdistan û cîhanê dikin hedef.

Li ser navê Meclîsa Gel a Herêma Saratovê her yek Mîrzeelî Yûsubov, Şêx Adî, Ehmedê Baqî û Sultanê Baqî axaftinek kirin û diyar kirin ku ew Kurdên li Rûsyayê berxwedana gerîlayên HPG’ê silav dikin û gotin ku hebûna gelê Kurd bi saya gerîla tê ewlekirin.

Di axaftinên hatin kirin de her wiha hat destnîşankirin ku dewleta Tirk a faşîst ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye têkbirin, dixwazin vê têkçûna xwe bi PDK û malbata Barzanî ve veşêrin. Her wiha axaftvanan bang li hêzên Başûrê Kurdistanê kirin ku li dijî vê xeta hevkar a xayîn têbikoşin.

Hat gotin ku têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd serê hemû Kurdan bilind dike û hemû Kurdên li cîhanê dijîn bi armanca xwedîderketina li vê têkoşînê li ser piya ne. Diyar kirin ku heta Kurd hebin ew ê piştgiriyê bidin vê têkoşînê.