ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Dîlokê helîkopter ket: 2 polîs mirin
Li Dîlokê helîkoptera polîsan ket û di encamê de 2 polîs mirin. -
ROJEVA 4'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Berlînê Rêwîtiya Azadiyê di roja yekem de ye
Li paytexta Elmanya Berlînê bi pêşengiya TekoJIN û endamên TCŞ’ê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” meşek hate lidarxistin. -
Endamê PM’ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten hate girtin
Endamê PM'ê yê DEM Partiyê Muhammed Ayten bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hate girtin. -
Şehîd Viyan Soran li Silêmaniyê li ser gora xwe hate bîranîn
Şehîd Viyan Soranbi merasîmekê ku gelek hevalên wê yên têkoşînê û welatiyan amade bûn, li ser gora xwe ya li Silêmaniyê hate bibîranîn. -
Li Viyanayê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat vekirin
Federasyona Civaka Kurd a Awûstûryayê (FEYKOM) ji Parlamentoya Awûstûryayê xwest ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava tevgerê. -
DEM Partiyê biryar da ku wê li Stenbolê namzetan destnîşan bike
MYK'ê ya DEM Partiyê li hev civiya û biryar da ku li Stenbolê namzetan destnîşan bikin. Navên namzetan hêj nehatine eşkerekirin. Li Bolûyê namzetiya Velî Saçilik teqez bû û li Antalyayê jî navê Kemal Bulbull derket pêş. -
Nobetên Edaletê: Ger tecrîd bê şikandin wê civak azad bibe
Nobeta Edaletê ya li dijî tecrîdê hatiye destpêkirin berdewam dike û peyama; “Eger tecrîda Îmraliyê bê şikandin wê civak azad bibe û demokrasî were Kurdistanê û Tirkiyeyê." -
Cenazeyê Hasan Altûn hat veşartin
Cenazeyê Hasan Altûn ku li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, li Goristana Karşiyaka ya Enqereyê hate veşartin. -
Li 3 bajaran çalakî: Rewşa girtiyên nexweş giran e!
Li 3 bajaran ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Cengîz Baytar, Mûhlîse Karaguzel û Hişyar Ozer giran e. -
Li Stenbolê polîsan ciwanek qetil kir
Li Arnavûtkoyê ciwanê bi navê Ahmet E. yê 26 salî bi îdiaya ku hişyariya ‘bisekine’ guhdar nekiriye, ji aliyê polîsan ve hate kuştin. -
Xizmên Windayan ji bo Mubarîz û Aydinlar ên hatine qetilkirin, hatin ba hev
Xizmên windayan ji bo Kemal Mubarîz û Cûneyt Aydinlar ên di bin çavan de hatin qetilkirin hatin ba hev. -
Dewleta Tirk binçav kir, qetil kir û cihê gorê hê jî vedişêre
Dayikên Şemiyê ji bo Maksût Tepelî kom bûn ku Tepelî 40 salan beriya niha ji aliyê dewleta Tirk ve dema li girtîgehê, hate qetilkirin û cihê gora wî hate veşartin. -
Endamê DEM Partiyê Muhammed Ayten hat binçavkirin
Endamê Meclîsa Partiyê ya DEM Partiyê Muhammed Ayten hat binçavkirin. -
Li Herîr baregeha DYE’yê hat bombekirin
Komên Mûxalîf ên Îslamî yên Iraqê ku ji aliyê Îranê ve tên destekkirin, êrîşê baregeha leşkerî ya DYE’yê ya li Herîrê kirin. -
Polîs û cendirmeyan di nava mehekê êşkence li 3 zarokên Kurd kirin
3 zarokên Kurd O.Ş., Ş.Ş û M.T ji bo xebatê ji Sêrtê hatin Mêrsînê, şeva sersalê ji hêla cendirmeyan ve hatin binçavkirin û êşkence li wan hat kirin. -
Li Colemêrgê bi pileya 4.3 erd hejiya
Li Colemêrgê di saet 06.09’an de bi pileya 4.3 erd hejiya. -
Hejmara nû ya kovara Serxwebûn derket
Hejmara 505'an a kovara Serxwebûn bi manşeta "Di şer de însiyatîf a gerîla ye, gerîla îsbat kir ku têkneçûyî ye" derket. -
PÎA: Em ê li hemberî zaliman li ber xwe bidin
Cîgira Serokê Giştî yê PÎA’yê Menîce Rumeysa Gulmez diyar kir ku AKP 22 sal in bikaranîna Îslamê hewl dide desthilatdariya xwe bidomîne û got: “Em ê li hemberî zaliman li ber xwe bidin.” -
ROJEVA 3’YÊ SIBATA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê serdegirtina qawîşan
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, zêdeyî 20 gardiyanan li ser qawîşan serdegirtin pêkanîn û kel û pelên girtiyan yên di qawîşan de belavkirin. -
Meşvanên Azadiyê çûn serdana girtiyên serbest hatine berdan
Çalakvanên beşdarî "Meşa Mezin a Azadiyê" bûn, girtiyên 30 salî yên ku herî dawî ji zindana Îdirê hatin berdan ziyaret kirin. -
Ji bo berdana girtiya nexweş Muhlise ya 61 salî serlêdan hat kirin
Parêzeran ji bo Muhlise Karagüzel (61) ya li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Îzmîrê girtî ye û ji ber nexweşiyê rakirin nexweşxaneyê serlêdana serbest berdanê kirin. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi biryardarî didomin
Çalakiyên Nobeta Edaletê bi daxwaza ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî, bi grevên birçîbûnê yên li girtîgehan re hatine destpêkirin, li gelek bajaran didomin. -
‘Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê ev meş bidome’
Ji Meşvanên Azadiyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun diyar kir ku “Heta ku Abdullah Ocalan azad bibe wê ev meş bidome.”