ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎHÎK'ê serlêdana 'civîna awarte' ya parlamenterên DEM Partiyê red kir
Parlamenterên DEM Partiyê ji bo hevdîtina lezgîn a bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bikin banga civîna lezgîn ÎHÎK’ê kiribûn. ÎHÎK bi bersiva ku ji bo civînê hejmar têrê nake û ne pêkan e ku civîn pêk were, da. -
Amedî bi girseyî beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Jêhat Bagok bûn
Merasîma sersaxiyê ya ji bo gerîlayê HPG’ê Mehmet Gumuş ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di şerê li dijî artêşa Tirk a dagirker de şehîd bibû, li Amedê ji aliyê gel ve hate ziyaretkirin. -
Nobetên Edaletê: Ger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje
Di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyam hatin dayîn û hat gotin, "Eger em berxwedanê mezin bikin wê hikûmet paşde gav biavêje. Werin em dengê girtiyan bigihînin derve." -
Parêzeran ji bo dîtina Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin. -
Li Îzmîrê 4 kes hatin binçavkirin
Li Îzmîrê 4 kes ji ber parvekirinên xwe yên li ser medya dîjîtal hatin binçavkirin. -
'Dema ku tecrîd bi dawî bû wê çareseriya demokratîk destpê bike'
Ji beşdarên 'Meşa Mezin a Azadiyê' Parlamentera Dersimê ya DEM Partiyê Ayten Kordû got, "Em hem ji bo azadiya xwe hem jî ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan vê têkoşînê dimeşînin. Dema ku tecrîd bi dawî bû wê çareseriya demokratîk destpê bike." -
Hatîp Dîcle: Her ku pêngav mezin dibe Tirkiye bi tenê dimîne; mîna De Klerk!
Hatîp Dîcle: Çawa ku Efrîkaya Başûr û Serokê wê De Klerk li pêşberî azadiya Mandela bi tenê man, daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re' jî Tirkiye bi tenê hişt. Tirkiye ya wê azadiya Rêber Ocalan qebûl bike, yan jî wê hîn bêhtir bi tenê bimîne. -
ROJEVA 8'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partî dê li Stenbolê ‘namzetek bi hêz’ nîşan bide
Dem Partî bi biryar e ku li Stenbolê namzetek bi hêz û bi bandor derxîne. Di 9-10’ê Siabtê dê namzetên gelek bajaran bên eşkerekirin. -
Nobetên Edaletê: Heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin
Çalakiya Nobeta Edaletê li gelek bajaran berdewam kir û di çalakiyan de hate gotin ku heta ku serokê me azad nebe em jî azad nabin û pirsgirêka Kurd çareser nabe. -
Li Stenbolê di nava 24 saetên dawî de herî kêm 90 kes hatin binçavkirin
Piştî êrîşa çekdarî ya li dijî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê, polîsan bi rengê bi kêfî bi ser gelek malan de girt. Hejmara kesên hatine binçavkirin bû 90 kes. -
Temellî: Cihê ku tecrîd lê hebe hiqûq jî nîne çareserî jî
Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî bal kişand ser berxwedana li zindanan û Meşa Azadiyê û got, "Li welatê ku tecrîd lê hebe, ne hiqûq dimîne, ne edalet ne jî îradeya siyasî ku çareseriyê pêk bîne." -
Meha Çileyê herî kêm 158 karker mirin
Li gorî rapora Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Kar (ÎSÎG) di Çileya 2024'an de 158 karkeran jiyana xwe ji dest dan. -
Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê 40 kes hatin binçavkirin. Biryar hate dayin ku parêzer nikaribin 24 saetan muwekîlên xwe bibînin. -
‘Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştiyê bîne’
Parlamentera Mûşê ya DEM Partiyê Sumeyye Boz ku di Meşa Azadiyê de cih girt, wiha got: “Şikandina tecrîdê tê wateya bi dawîbûna hemû polîtîkayên şer. Şikandina tecrîdê wê ji hemû gelan re aştî, wekhevî û azadiyê bîne.” -
Qurbaniyên erdhejê li Berlînê hatin bîranîn
Li paytexta Elmanya Berlînê, kesên ku di erdheja Mereşê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn. -
ROJEVA 7'Ê SIBATA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Stenbolê 4 parêzer hatin binçavkirin
Buroya Hiqûqê ya Gel ragihand ku di serdegirtina polîsan a li ser buroyên wan de 4 endamên wan hatine binçavkirin. -
TTB û SES: Pergala tenduristiyê nikare karesatek nû ragire
Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) bi hevparî rapora erdhejê amade kirin û ev hişyarî kirin: “Pergala tenduristiyê wê nikaribe xwe li karesateke nû bigire.” -
Kesên li Silopiyayê hatin qetilkirin li ser gorên xwe hatin bibîranîn
Gorên Taybet Înan, Ayşe Buruntekîn û Hasan Sanir ên di dema qedexeya derketina derve ya li navçeya Silopiya Şirnexê ji aliyê dewleta Tirk ve bi awayekî hovane hatin qetilkirin, hatin ziyaretkirin. -
Tulay Hatîmogûllari: Em ê şînê veguherînin berxwedanê û jinûve ava bikin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari ku li Hatayê bi mexdûrên erdhejê re civîna koma Meclîsê ya partiya xwe li dar xist got, "Em ê şînê veguherînin berxwedanê. Em ê jinûve ava bikin." -
Di salvegera erdhejê de li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin
Bi boneya salvegera erdhejên 6’ê Sibatê li gelek bajaran merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
Li Stenbolê endamên Grup Yorumê hatin binçavkirin
Polîsên Tirk bi ser navenda Çandê ya Îdîlê ya li Stenbolê de girt û endamên Grup Yorumê binçav kirin. -
Çalakiyên Nobeta Edaletê li gelek bajaran du meh li pey xwe hişt
Di çalakiyên Nobetên Edaletê de ku li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê dewam dikin, qurbaniyên erdheja 6’ê Sibatê hatin bîranîn. -
Bakirhan li herêma erdhejê nerazîbûn nîşanî desthilatdarî û muxalefetê da
Hevserokê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li Meletiyê beşdarî çalakiya bîranînê ya erdhejê bû û got, "Desthilatdarî jî, muxalefet jî di binê vî enqazî de man. Rexnedayina xwe nedan."