ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ramazan Algan piştî 30 salan ji girtîgehê derket
Ramazan Algan yê di Girtîgeha Hejmara 2 a Tîpa L a Amedê de, piştî 30 salan ji girtîgehê derket. -
Girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzelê rakirin nexweşxaneyê
Girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzelê ya di Girtîgeha Menemenê de rakirin nexweşxaneyê. -
Li Kerkûkê balafira keşfê ket
Li navçeya Pirdê ya Kerkûkê balafirke hewayî ya bêmirov ket xwarê. -
Konferansa Êzidiyan a li PE’yê: Divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin
Di konferansa jinên Êzidî ya li Parlamentoya Ewropayê hat lidarxistin de, hat diyarkirin ku ji bo çareseriya mayînde ya li Şengalê divê êrîşên dewleta Tirk bên rawestandin û çeteyên DAÎŞ’ê û hevkarên wan bên darizandin. -
‘Ne tenê rakirina tecrîdê, em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin'
Nobetên Edaletê yên malbatan berdewam kirin û peyama "Rakirina tecrîdê ne bes e, divê Abdullah Ocalan azad bibe" dan. -
Parlamenteriya Can Atalay hat desteserkirin
Li Meclîsê tevî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn jî erka parlamenterê girtî Can Atalay hat desteserkirin. Dema Bekîr Bozdag biryar xwend, deftera Destûra Bingehîn hat avêtin. -
Îran cenazeyên 4 Kurdên darvekirin nade malbatên wan
Cenazeyên ciwanên Kurd ên Mohsen Mazlûm, Mihemed Faramerzî, Wafa Azarbar û Pzhman Fatehî ku roja Duşemê ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, radestî malbatan nayên kirin. -
Doza Kobanê: Metirsiya qirkirinê ya li ser Kurdan didome
Siyasetmedara girtî Zeynep Karaman di rûniştina doza Kobanê de axivî û diyar kir ku xeteriya qirkirinê ya li ser Kurdan didome û yên li ber xwe didin silav kir. -
Di doza Campbell û Bêrîtan Silêmanî de biryar hat dayîn
Li Londonê doza derbarê rojnamevanê Îrlandî Mark Campbell û aktîvîsta jin a Kurd Bêrîtan Silêmanî de bi hinceta ala PKK’ê hilgirtine hatibû vekirin, biryar hat dayîn. -
Tirkiye di gendeliyê de ji nav 180 welatan di rêza 115’an de ye
Li gorî rapora Rêxistina Şefafîyê ya Navneteweyî Tirkiye bi 34 pûanan di nav wan welatên de ye ku gelekî gendeliyê dikin. Ji nav 180 welatan di rêza 115’an de ye. -
Dayik ji bo azadiya Abdullah Ocalan li ber Meclîsê ne
Dayikên di Nobeta Edaletê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber Meclîsê kom bûn. Dayikan bal kişand ser Meşa Azadiyê ya Mezin. -
Tulay Hatîmogûllari: Li dijî tecrîdê em ê di Meşa Azadiyê de bin
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser 'Meşa Azadiyê ya Mezin' a 1'ê Sibatê û got, "Em ê li meşê bin. Rewşenbîr, nivîskar, nêzên demokrasîxwaz ên vî welatî wê bi me re bin." -
Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz bûn hevserokên nû yên KESK'ê
Piştî Civata Giştî ya KESK'ê, hate ragihandin ku Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz ji bo hevserokatiyê hatine hilbijartin. -
DEM Partî bi rahîbê dêra Santa Marîa re axivî
Hevserokên DEM Partiyê bi rêya telefonê bi rahîbê dêra Santa Marîa re axivîn ku êrîş lê hate kirin. -
Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re ku ev 35 meh in agahî jê nayê girtin hevdîtinê bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hatîpoglû: Di ayinan de timî polîs hebûn, lê roja êrîşê tune bûn!
Parêzer Afşîn Hatîpoglû bal kişand ser kêmasiya ewlehiyê ya li Dêra Santa Marîa ku Tûncer Mûrat Cîhan di êrîşê de jiyana xwe ji dest da û got, "Normal di ayînê de timî polîs hebûn, lê belê roja êrîşê tune bûn." -
Çalakiya azadiyê ya girtiyên siyasî di roja 65'an de ye
Çalakiya greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên PKK-PAJK'ê ve li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hatiye destpêkirin di roja xwe ya 65’an de ye. -
Li Îzmîrê operasyon: 5 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku li Îzmîrê di serdegirtina malan de serokê ESP’ê yê Îzmîrê Kerîm Altinmakas û endamê meclisa TOP’ê Dîdar Gul jî di nav de 5 kes hatine binçavkirin. -
ROJEVA 30'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Nobetên Edaletê: Heta ku em bigihêjin armanca xwe wê ev têkoşîn bidome
Çalakvanên Nobeta Edaletê daxuyandin ku heta bigihêjin armanca xwe ew ê têkoşîna xwe bidomînin û ev peyam dan: "Roj roja azadiyê ye, wê dawî bêhempa be.” -
DEM Partiyê namzetên xwe yên ji bo hevşaredariya Cîhanbeyliyê da nasandin
Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî); namzetên xwe yên ji bo hevşaredariya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê da nasandin. -
Girtiyê ku berdana wî 6 mehan hatî taloqkirin, hate berdan
Girtiyê 30 salan Alî Manaz ku berdana wî 6 mehan bi biryarên kêfî hate taloqkirin, ji Girtîgeha Tekîrdagê tahliye bû. -
Li Dîlokê mêrekî hevser û du birayên hevsera xwe qetil kir
Halîl Çaglar hevsera xwe Yuksel Çaglar û 2 birayên hevsera xwe qetil kir, xwişka Çaglar û keça xwe jî birîndar kir. -
Girtiyê siyasî Çîçek hate sirgûnkirin
Girtiyê siyasî Ûgûr Çîçek ê li Girtîgeha Girtî ya bi Tîpa T a Odemîşê dihate ragirtin, sirgûnî girtîgeha Bodrûmê hate kirin. -
Îranê 4 girtiyên Kurd îdam kir
Îranê 4 girtiyên Kurd bi îdîayên “hevkariya bi Îsraîlê re” û “sîxurtiyê” îdam kir.