ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji bo azadiya Abdullah Ocalan çalakiyên nobetê didomin
Çalakiyên Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatîn destpêkirin, li Edene, Stenbol, Mêrdîn û Mêrsînê didomin. -
DEM Partî li Mêrdînê wê Ahmed Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin
DEM Partiyê ragihand ku ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê wê Ahmet Turk û Devrîm Demîr weke namzet nîşan bidin. -
Serlêdana DEM Partiyê ya li dijî fenên beriya hilbijartinê li du bajaran hate redkirin
DEM Partî li ber fena desthilatdariya AKP'ê rabû ku beriya hilbijartinên xwecihî hilbijêr li navçeyên Îdir û Qereçobanê bi cih kir. Lê belê serlêdan hate redkirin. -
HBDH’ê Lenîn bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH’ê di salvegera 100’emîn a mirina lîderê şoreşa Cotmehê Lenîn de ew bi bîr anî û got: “Perspektîfa têkoşînê ya Lenîn, îro di şerê HBDH’ê de şênber dibe.” -
'Ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê têkoşîn daîmî be'
Hevserokê MAF-DAD’ê Mahmût Şakar destnîşan kir ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, divê têkoşîna civakî daîmî be. -
Parêzer Yûsûf Erdogan: Mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tê binpêkirin
Ji Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku ji ber raporên 'dikare li girtîgehê bimîne' ya Saziya Tipa Edlî gelek girtiyên nexweş li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. -
Hem keça wê jê standin, hem jî dixwazin dersînor bikin
Dayika ji Fasê Asmaa Hachem ku ji bo keça xwe ya ji aliyê dewletê ve bi zorê jê hate standin têdikoşe, birin Navenda Vegerandinê ya Selîmpaşa. Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn ji bo Asmaa Hachem kete nava liv û tevgerê. -
ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Êrîşên li ser Rojava li Munîhê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Elmanya Munîhê bi mîtîngekê hate protestokirin. -
Li Bonnê peyama 'Rojava ne bi tenê ye'
Çalakgerên li bajarê Bonn ê Elmanyayê li hev civiyan, êrîşên li ser Rojava protesto kirin û peyama "Rojava ne bi tenê ye" dan. -
Li Pirsûs û Hewagê tûra duyem a pêşhilbijartinan wê sibê pêk bên
Ji bo pêşhilbijartinên pêşwext ên betalkirî li navçeya Yenîşehîr a Amedê dengdan hat kirin. Pêşhilbijartina ku li navçeyên Pirsûs û Hewag ên Rihayê pêk hat derbasî tûra duyemîn bû. -
4 girtî hatin sirgûnkirin
4 girtiyên li Girtîgeha Burdurê dîl hatin girtin sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bandirmayê hatin kirin. -
Tevî ku pirsgirêkên tenduristiyê her ku diçe girantir dibe jî dewlet wan bernade
ÎHD’ê, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweşa giran Hanîfe Arslan, Mahmût Badûr û Fahrettîn Keleş û destnîşan kir ku divê demildest bên berdan. -
Dayikên Şemiyê ji bo Canan ê di bin çavan de hatî qetilkirin, hatin ba hev
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê di bin çavan de ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, hatin ba hev. Di çalakiyê de îşaret bi îtîrafên faşîst Meral Akşener hate kirin. -
6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li parêzera Kurd hate birîn
Zextên dewleta Îranê didomin. 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li parêzer û aktîvîsta mafên jinan Gulale Wetendust hate birîn. -
VEDAŞ’ê karkerên Kurd ji kar derxistin, li şûna wan kesên ji Trabzonê anîn
Hate zanîn ku şîrketa ceyranê ya li Wanê ku bi nêzîkatiya xwe ya bi AKP’ê re tê zanîn, Belavkariya Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ) 50 karkerên Kurd ji kar derxist û li şûna wan 50 kesên ji Trabzonê anîn. -
Naxwazin agahî ji Îmraliyê derkeve
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez wiha got: “Em biryaran nabînin, sedemê dayîna cezayên disîplînê tê veşartin. Naxwazin ti agahî ji Îmraliyê derkeve.” -
Operasyona Şoreşgerî ya Şehîd Helmet: Têkçûna dagirkeriyê
Bi her operasyonekî gerîla re dagirkeriya Tirk ber bi têkçûnê ve diçe. Di heman demê de di her operasyonekî de hêzên gerîla danehevên xwe zêde dikin û encamên mezintir bi dest dixin. -
Franco Danîelî: Divê hemû kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin
Parêzer Franco Danîelî diyar kir ku helwesta Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dişibe helwesta wê ya di serdema komployê de û got: "Li dijî helwest û bêdengiya dewletan divê hemû civak ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin." -
ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
Di bîranîna Hrant Dînk de hêrsa li dijî faşîzmê derket pêş
Rojnamevanê Ermenî Hrant Dînk di salvegera qetilkirina xwe de li ber avahiya rojnameyê hat bibîranîn. Di bîranînê de li dijî faşîzmê peyam hatin dayîn û girtî hatin silavkirin. -
Artêşa Tirk li Licê operasyonek da destpêkirin
Artêşa Tirk li taxên bejayî yên li bakurê navçeya Licê ya Amedê operasyonek da destpêkirin. -
‘Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiyê jî dixwazin’
Nobetên Edaletê yên xizmên girtiyan dewam kir. Di nobetan de peyama “Em ne tenê rakirina tecrîdê, azadiya Abdullah Ocalan jî dixwazin” hate dayîn. -
Li Osmaniyeyê ji 6 kesên binçavkirî 3 kes hatin girtin
Di 16’ê Çileyê de Osmaniye jî di nav de, li dehan bajaran bi ser malan de hate girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Li Osmaniyeyê ji kesên binçavkirî 3 kes hatin girtin. -
Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê dan
Di Lijneya Giştî ya KESK’ê de nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê û polîtîkayên dan û peyama “hîn bêhtir berpirsyarî dikeve ser milên hêzên demokrasiyê” hate dayîn.