ROJEVA 20’Ê ÇILEYA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.
- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.
- Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.
- Parêzer Franco Danîelî diyar kir ku helwesta Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah Ocalan dişibe helwesta wê ya di serdema komployê de û got: "Li dijî helwest û bêdengiya dewletan divê hemû civak ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin."
- Êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya êvara 20’ê Çileya 2022’yan a li ser Girtîgeha Sînaa ya Hesekê destpê kir, di 26’ê Çileya 2022’yan heftemîn salvegera rizgarkirina Kobanê û gundên wê de hate şikandin. Dîrok careke din xwe dubare kir û dagirker li hemberî hêza gelan têk çûn.
- Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Îbrahîm Bîlmez wiha got: “Em biryaran nabînin, sedemê dayîna cezayên disîplînê tê veşartin. Naxwazin ti agahî ji Îmraliyê derkeve.”
- Hevserokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Telat Yûnis diyar kir ku ji ber êrîşên dewleta Tirk bi milyonan mirov bê elektrîk, bê av û bê xizmet man û got ku tevî zehmetiyan jî ew ê li ber xwe bidin.