6 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li parêzera Kurd hate birîn
Zextên dewleta Îranê didomin. 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li parêzer û aktîvîsta mafên jinan Gulale Wetendust hate birîn.
Zextên dewleta Îranê didomin. 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li parêzer û aktîvîsta mafên jinan Gulale Wetendust hate birîn.
Polîtîkayên zext, çewisandin, girtin û îdamê yên dewleta Îranê didomin.
Dadgeha Şoreşê ya Sineyê bi îdîaya “propagandaya li dijî rejîmê”, “zirar dayîna ewlehiya neteweyî” û “endamtiya hêzên muxalîf” 6 sal û 7 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li aktîvîsta mafên mirovan û parêzer Gulale Wetendustê birî.
Gulale Wetendust yek ji parêzerên navdar ê bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye. Di heman demê de yek parêzvanên mafên jinan e.