Êrîşên li ser Rojava li Munîhê hatin protestokirin
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Elmanya Munîhê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava li bajarê Elmanya Munîhê bi mîtîngekê hate protestokirin.
Kurdistanî li ser banga Meclîsa Gel a Munchenê Azad Sevger saet di 15:00 de li ber navenda bajar Rindermarktê li hev civiyan û li dijî êrîşên qirkirinê mîtîngek li dar xistin.
Çalakgeran bang li hemû dewletên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku ji bo rawestandina van êrîşan zextê li dewleta Tirk bikin.
Di çalakiyê de bi zimanê Elmanî daxuyanî hat dayîn û gelek belavok hatin belavkirin. Çalakî piştre bi dirûşmeyên “Kujer Erdogan”, “Şehîd namirin” û “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.