ROJEVA 21'Ê ÇILEYA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

- DEM Partî ji bo hilbijartina namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê wê îro dengdana gel bike. Li gel namzetên Hevşaredariya Bajarê Mezin wê ji bo 17 navçeyan jî namzet bêne diyarkirin.

- Gulbihar Kobanê diyar kir ku mîna têkbirina êrîşa DAÎŞ û dewleta Tirk a li ser Girtîgeha Sînaayê, ew ê hemû êrîşên li ser herêmê têk bibin û got, "Li dijî planên qirêj em li ser piyan e û ji her demê bêhtir xurt in."

- Hevserokê MAF-DAD'ê Mahmût Şakar anî ziman ku ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bicihanîna rola saziyên hiqûqî yên navneteweyî divê têkoşîna civakî daîmî be.

- Hevserokê Şaxê Wanê yê SES'ê Zekî Seven diyar kir ku dema dawî li her bajarekî Kurdistan û Tirkiyeyê nexweşiyên şewbê zêde bûne.